Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan 2021-02-08 09:03:59 WAN - Nûnerên rêxstinên rojnamevanan têkildarî danişîna nûçegihanê me Dîndar Karataş ku wê sibê were lidarxistin axivîn û xwestin Karataş serbest were berdan. Nûçegihanê me Dîndar Karataş di 24’ê mijdara 2020’an de li Wanê hatibû binçavkirin, ew birin Edliya Erziromê û di 26’ê mijdarê de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” ji aliyê dadgeha Erziromê ve hat girtin. Danişîna ewil a doza Karataş dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Erziromê were lidarxistin. Nûnerên rêxistinên rojnamevanan banga berdana Karataş kirin.   ALTAN: WÊ ROJNAMEVANÎ WERE DARIZANDIN   Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan diyar kir ku ew şahidê rojnamevaniya Karataş in û got: “Hevpîşeyê me Dîndar nûçeyên girîng çêkirin. Ji ber nûçeyên xwe tê darizandin. Nûçeyên wî kirine delîl. Lê nûçe û rojnamevanî ne sûc e. Lewma em dixwazin Dîndar li tavilê were berdan. Wê di danişînê de tenê ne Dîndar wê rojnamevanî jî were darizandin. Em darizandina rojnamevaniyê û Dîndar qebûl nakin. Divê hevalê me demildest bigihîje azadiya xwe.”     DÛRMÛŞ: DIVÊ DÎNDAR LI TAVILÊ BERDIN   Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) Gokhan Dûrmûş jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûqê bêalîbûna xwe winda kiriye û bi biryarên kêfî rojnamevan tên girtin û got: “Ji vê bêhiqûqiyê herî zêde rojnamevan para xwe digirin. Îro pir eşkere rojnamevaniyê sûcdar dikin û rojnamevanan didarizînin. Rojnamevanan sûcdar dikin, rojnamevaniyê sûcdar dikin. Dîndar Karataş jî yek ji van rojnamevanan e. Ji ber nûçeyên çêkiriye hatiye girtin. Şeş mehan bi awayek bêhiqûqî li telefona wî guhdar kirine û hevdîtina wî ya li gel çavkaniyên nûçeyan wek delîlê sûc hatiye hesibandin. Em daxwaz dikin ku Dîndar li tavilê were berdan û em jê re azadiyê dixwazim.”   EREN: EM BI PIŞTEVANIYÊ DIKARIN ROJNAMEVANAN AZAD BIKIN   Serokê Giştî yê Basin Îş’ê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren jî diyar kir ku Dîndar Karataş jî yek ji wan hevpîşeyên wî ne ku ji ber çêkirina nûçeyan hatiye girtin û tê darizandin. Eren destnîşan kir ku hema bêje rojnamevan hemû ji sûcên “terorê” û “têkiliya terorê” tên girtin û got: “Em wek Basin Îş’ê dixwazin ku tevahiya hevpîşeyên me li tavilê serbest werin berdan. Em dikarin bi piştevaniyê rojnamevanan azad bikin û azadiya rojnamevaniyê û çapemeniyê bi dest bixin. Ez hêvîdar im wê hevpîşeyê me Dîndar Karataş di danişîna sibê de were berdan.”