Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin 2021-02-08 13:35:04   ERDEXAN - Cemîl Akbûlût ê ku Gonca Akbûlût li navçeya Posofê qetil kir, hat girtin.   Cemîl Akbûlût ê 33 salî ku Gonca Akbûlût a 43 salî li gundê Derendere yê girêdayî navçeya Posofa Erdexanê bi çekê kuştibû, hat girtin. Akbûlût ê ku eskeran di 6’ê sibatê de binçav kiribû, piştî kirariyên wî yên îfadeyan sewqî edliyeyê hat kirin. Dadgehê Akbûlût girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Erdexaneyê.