Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan 2021-02-08 14:30:46   STENBOL – Odeya Bijîşkan a Stenbolê xwest Endamê Desteya Rûmeta Bilind ê TTB’ê Dr. Şeyhmus Gokalp serbest were berdan.   Odeya Bijîşkan a Setenbolê têkildarî girtina Endamê Desteya Rûmeta Bilind ê TTB’ê Dr. Şeyhmus Gokalp li avahiya xwe li semta Çagaloglû ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û rêveberên Odeya Bijîşkan a Stenbolê beşdarî civînê bûn û pankarta “Em tev kefîlê bêsûciya wî ne, bila Dr. Şeyhmus Gokalp serbest were berdan” daliqandin.    Şebnem Korûr Fîncanci di civînê de axivî û destnîşan kir ku di 10’ê sibatê de danişîna doza ewil a Gokalp tê lidarxistin û ew hêvî dikin ku hevkarê wan Gokalp serbest were berdan û vê girtina neheqî û bêhiqûqî were bidawîkirin. Fîncanci anî ziman ku girtina Gokalp deqek reş a sîstema edaletê ye.