Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne 2021-02-08 14:51:03 MÊRSÎN - Endamê Koordînasyona Şopandinê ya Girtîgeha Mêrsînê Halîl Gungor, diyar kir ku her roja ku diçe li girtîgehan sepanên kêfî û bê hiqûqî zêde dibin.  Koordînasyona Şopandinê ya Girtîgeha Mêrsînê, derbarê binpêkirinên mafan ên demên dawiyê de li girtîgehan pêk tên li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên Koordînasyonê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    PÊKANÎNÊN KEYFÎ ZÊDE BÛNE   Endamê Koordînasyonê Parêzer Halîl Gungor daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê her roja ku diçe sepanên kêfî û bêhiqûqî zêde dibin û dixwazin bi van pêkanînan civakê bêdeng bikin û zêxtan lê bikin. Gungor da zanîn ku îdareya otorîterbûyî van pêkanînan paşguh dike û wiha got: “Li gel pirsgirêka darazê binpêkirinên mafên mirovan ên ji berê heta niha li girtîgehan hene her ku diçe zêde dibin û ev binpêkirin mafê jiyanê yê girtiyan dixe xetereyê.”   Gungor bi bîr xist ku girtiyan ji bo tecrîd û pêkanînên izolasyona li girtîgehan didome bi dawî bibe di 27’ê Mijdara 2020’an dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kirin û li Girtîgeha Tarsûsê niha ji 30 girtiyan zêdetir, çalakiya ku îro ket roja 74’an didomînin.   Gungor destnîşan kir ku armanca wan a hatina li gel hev ew e ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên tespît bikin, bişopînin, raya giştî agahdar bikin û saziyên berpirsyar hişyar bikin. Gungor anî ziman ku li ser serlêdana hin kes û malbatan çûne bi Girtîgehên Tarsûs T1, T2, T3 û Girtîgeha Jinan re hevdîtin kirine.   Gungor, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampûs a Tarsûsê pêk tên wiha rêz kirin:    “ * Hat diyar kirin ku mafê girtiyan ê revîrê tê astengkirin û îdare sewqên nexweşxaneyê taloq dike. Ji ber vê yekê rewşa girtiyên nexweş giran bûye. Dîsa di pêvajoya çalakiya greve de kontrolên tenduristiyê nehatine kirin, xureka ku têra girtiyên di çalakiya grevê de bike û xureka ku piştî çalakiyê jî ku ji bo girtiyan pêwîste nayê dayîn.    * Hat diyar kirin ku girtî li qawişên ku ji aliyên şertên fizîkî netêrin tên girtin, têra girtiyan ava vexwarinê nadinê û ava didin jî qasî ku nayê vexwarin qirêj e, di pêvajoya pandemiyê de kotaya avê danîne, li gel çalakiyên grevê timik av tê birin û ava gerim nadin girtiyan.   * Hat diyarkirin ku girtî dema dikevin girtîgehê zextên dêrûnî li wan tên kirin, di ketina girtîgehê de bi lêdanê re rûbirû dimînin, girtiyên nû tên girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê kirin.    * Hat diyarkirin ku gardiyan her tim bi komên qelebalix li qawişan lêgerînan dikin, di lêgerînan de dolap û tiştên din tên belavkirin, tiştên kesayetî dest deynin ser, dema lêgerînan de li gor rêzikên hîjyenê tevnagerin, gardiyan lepik û galoşan bikarnaînin.   * Hat diyarkirin ku girtî nikarin tiştên serşok û paqijiyê pêşwazî bikin, malzemeyên paqijiyê têra wan nakin, dezenfektekirina qawişan weke nimûneyê tê kirin.   * Hat diyarkirin ku ji ber girtî ketine çalakiya greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê didin wan, ev ceza her ku diçe zêdetir dibin û bûne amûrên zextê. Rayedarên girtîgehê bi taybetî piştî çalakiyên greva birçîbûnê helwesta xwe ya li dijî girtiyan hişk kiriye.   *Hat diyarkirin ku xwarin û avê kêm didin girtiyan, tiştên ku ji qantînê dikirin gelek biha ne, bê qalîte ne. Rayedarên girtîgehê ji vê yekê re an bêdeng dimînin an jî bi bihabûnê dixwazin girtiyan ji aliyê aboriyê ve aciz bikin.   * Hat diyarkirin ku ajanda, lênûsk û tiştên weke van bi awayekî kêyfî nadin girtiyan, ajanda û pirtûkên didin jî an kapaxên wan diçirînin û didin an jî dereng û bi sînordar didin, derbarê tiştên ku nadin wan jî tu agahiyê nadin û nizanin çi li wan tiştan tê.   * Hat diyarkirin ku rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan û di nava qawişan de axaftin û name şandin hatiye astengkirin.”