Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan 2021-02-08 14:58:16   ŞIRNEX - TJA'yê bi boneya 22’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, sînevîzyonek da nîşandan.    Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê bi boneya 22’emîn salvegera komploya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, li avahiya HDP'a Şirnexê bi tevlîbûna Dayîkên Aştiyê û Meclîsa Jinên HDP'ê bi dirûşma "Em tecrîdê dişkînin, jiyana azad ava dikin, nirxê xwe diparêz in" sînevizyonek derbarê komploya 15'e Sibatê da nîşandan.    Beriya nîşandana sînevîzyonê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de canê xwe ji dest dane rêz hat girtin. Pişt re aktîvîsta TJA'yê Zozan Aksû axivî. Aksû bal kişand ser komploya 15'ê Sibatê û got: "Di şexsê birêz Ocalan de gelên Tirkiyeyê hemû hatin tecrîdkirin. Li dijî tecrîdê û komployê berxwedan mafê herî rewa ye. Em weke TJA'yê her tim li dijî her cûreyên tecrîdê bisekinin."    Piştî axaftinan sînevîzyona li ser pêvajoya komploya 15’ê Sibatê hatibû amadekirin hat nîşandan. Nîşandana sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.