Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir 2021-02-08 16:00:52   STENBOL - Daxuyaniya ku BMG’ê xwest li pêş avahiya Edliyeya Anadolûyê ji bo 61 hevalên xwe yên hatine binçavkirin bide, polîsan asteng kir.   Hêzên Têkoşînê yên Yekgirtî (BMG), 4 sibatê ji bo deklerasyona xwe îlan bikin, xwestibûn li Kadikoyê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan mudahaleyî wan kiribû û 61 kesan binçav kiribûn. Van 61 kesên di bin çavan de îro anîn Edliyeya Anadolûyê. Dema ku kirariyên wan ên îfadeyê didomiya BMG’ê xwest li pêş avahiya edliyeyê daxuyaniyê bide, lê polîsan destûr neda û daxuyanî asteng kir. Polîsan pêşiya edliyeyê bi bariyeran dorpêç kirin û nehişt ku kes nêzîkî avahiya edliyeyê bibe.   Girseya ku Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û endamên Meclîsa Partiyê (PM) yên HDP'ê jî di nav de polîsan hişyariya ku qadê terk nekin wê mudaxale bikin kir. Piştî ku wesayîtên binçavkirinê anîn qadê, endama PM a HDP’ê Çîçek Ariç bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û got: “We her qada jiyanê kirine bin tecrîdê, tecrîd ev e, faşîzm ev e.”   ÎFADEYÊN 20 KESAN HATIN GIRTIN   Dozgeriyê îfadeya ji 61 kesên di bin çavan de 20 kesan girt, kirariyên îfadeyê ya 41 kesan jî berdewam dike.