Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e 2021-02-08 16:32:36 ENQERE – Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê beşdarî bernameya HDP’ê “Destpêkê Edalet” bû diyar kir ku ji bo aştî û demokrasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwedî rolek girîng e û got: “A rast dewlet jî hikumet jî viya dizane.” HDP’ê starta kampanya “Destpêkê Edalet” li Enqereyê da. Kampanyeya xwedî ji sernavên pirsgirêka kurd, tecrîd, bêhiqûqî, bêkarî pêk tê û di naverokê de ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê werin çareserkirin pêşniyazan pêşkêş kir dê çar mehan berdewam bike.    Siyasetmedarê kurd Ahemt Turk jî beşdarî bernameya eşkerekirina starta kampanyayê bû û ji ajansa me re axivî. Turk diyar kir ku ew bi zîhniyetek siyasî ya ku dixwaze kurdan, demokratan, rewşenbîran û sosyalîstan bêdeng bikin re rûbirû ne.    LI DIJÎ ZÎHNIYETA YEKPEREST    Turk destnîşan kir ku divê her kes li dijî zîhniyeta dixwaze bi polîtîkayên yekperest û civakê bişewisîne derkeve û xwe rêxistin bike û got: “HDP bi hêzên demokrasiyê re li ser esasa demokrasiyê xebatên siyasî birêve dibe. Ev kampanya îfadeya vê yekê ye. Polîtîkayên ku dixwazin kurdan bi tenê bihêlin tên birêvebirin. Ev polîtîka di encamê de wê li wê zîhniyetê bizivirin. Çimkî dema hûn gelan cihê bikin, kurdan terorîze bikin wê demê hûnê bi temamî demokrasiyê ji holê rakin. Wê gel hemû fatûreya vê yekê razînin. Em dibînin ku ev zîhniyet tiştên şaş dike û pêdivî lêgerînek nû ya civandina hêzên demokrasiyê heye. HDP dixwaze bi vê kampanyayê vê yekê bike.”    NÊZÎKATIYEK ADILANE    Turk destnîşan kir ku pêwîste ji bo çandan, nasnameyan û netewên din hemû nêzîkatiyek adil û wekhev were nîşandan û wiha got: “Heta kurd û mafên wan neyê nasîn û edalet ji bo kurd û hêzên din ên demokrasiyê neyê dabînkirin em nikarin qala demokrasiyek mayînde bikin. Ji bo vê yekê destpêkê edalet. Tenê ne ji bo kurdan û tirkan tenê ji bo her kesê li vî welatî dijî edalet û wekhevî lazim e.”    ‘OCALAN AKTORÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE’    Turk bal kişand ser tecrîda li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin û wiha got: “Tecrîd tê maneya ku mafek û edalet tê desteserkirin. Ev tecrîd li tevahiya girtiyan tê sepandin. Birêz Ocalan îro aktorek gelek girîng e. Rolek girîng a vî aktorî ji bo aştî û demokrasiyê heye. A rast dewlet jî hikumet jî viya dizane. Heke bi rastî jî Tirkiyeyek adil û demokratîk tê xwestin, bi Ocalan re û bi siyasetmedaran hemû re diyalog were danîn. Lê divê ewilî polîtîkaya tecrîdkirinê ji ser siyasetmedaran were rakirin. Malbat jî nikarin hevdîtinan bikin. Me di wextê 12’ê Îlonê de viya li zindanan dît. Bandora tecrîda wê demê ya li ser xelkê me dît. Divê îro jî ev şaşîtî li ser xelkê neyê ferzkirin.”