33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-02-09 07:36:02   STENBOL - 33 kesên li Navçeya Kadikoy a Stenbolê dema avakirina Hêzên Têkoşîna Yekbûyî îlan kirin û di êrîşa polîsan de hatibûn binçavkirin, li dadgehê hatin berdan.    Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, di 4'ê Sibatê de li Navçeya Kadikoy a Stenbolê dema avakirina xwe îlan kirin, polîsan êrîşî girsê kiribû û 61 beşdarên çalakiyê binçav kiribûn. 61 kesên ku polîsn bi êrîşê binçav kirin, şevê din sewqî Edliyeya Anadoluyê kirin. Ji 61 kesan 8 li dorzgeriyê piştî îfadeya wan hat girtin hatin berdan. Dozgeriyê 20 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan û 33 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta Dadgeha Cezayên Sulhê jî piştî li îfadeya 33 kesan guhdar kir, bi şertê qedexeya derketina dervê welat ew serbest berdan.