Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin 2021-02-09 08:04:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtiyan bi riya malbata xwe diyar kirin ku gardiyanên bi robocop bi tundî êrîşî wan kirine û li wan dane. Girtî Murat Aktaş, bi rêya telegfonê agahî da birayê xwe û got: “Gardiyanên Robocop êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin. Ez ji ser hişê xwe çûm. Em ê serlêdana sûc bikin."    Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê gardiyanan êrîşî girtiyan kir û îşkence li girtiyan kir. Girtî Murat Aktaş, ji girtîgeha Tîpa F a Edîrmeyê bi rêya telefonê agahî da birayê xwe Emre Aktaş û destnîşan kir ku gardiyanan êrîşî wan kiriye û li wan xistiye. Murat Aktaş 10 deqîqeyan bi rêya telefonê bi birayê xwe Emre Aktaş re axivî û tundiya li dijî xwe anî ziman.    Emre Aktaş, agahiyên ku birayê wî bi telefonê parve kirine bi ajansa me re parve kir. Emre Aktaş, anî ziman ku birayê wî gotiye: "Di nava hefteyekî de 2 caran cihê me guhertin. Hucreya A-4 ji ber roj nedidît pir bi ritûbet bû. Berê ji bo cihê me bê guhertin me daxwazname dabû rêveberiya girtîgehê. Demek dirêj daxwaznameya me li ber çavan nehat girtin. Piştre rojekê hatin gotin 'Em ê cihê we biguherînin'. Dema me sedema wê pirsî gotin 'Ji ber daxwaza we ye'. Em birin hucreya A-14’an. Dema em birin A-14ş, hêj 5 roj derbas nebûbû, dîsa hatin gotin 'em ê we bibin cihê berê' Me diyar kir ku em vê yekê qebûl nakin. Me anî ziman ku em ji vê hucreyê dernakevin. Piştî wê di pêşengiya Midûrê 2'emîn de komek mezin a gardiyanên bi robokop bi ser hucreya A-14'an de girtin. Me li ber xwe da. Xwe avêtin ser me û îşkence li me kirin. Gardiyanên Robocop de serê min li erdê xistin û ez ji ser hişê xwe çûm. Hiştî ez hatim ser hişê xwe ez birim revîrê. Ji bo ez raporê bistînim ez birim nexweşxaneyê. Di vegerê de ez xistim hucreya karantînayê. Wê demekê min li vir bigirin. Ez dest ji lêgerîna mafê xwe bernadim. Ez ê serlêdana suc bikim."      Aktaş, destnîşan kir ku berê jî gelek caran pirtûk şandin girtîgehê, le rêveberiya girtîgehê bi hincetên cuda pirtûk qebûl nekirin û got: "Midûrê Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Haydar Ali Ak di êrîşkirina girtiyan de sicîla wî ne paqij e. Em Haydar Ali Ak dema li Girtigeha Tîpa F a Tekirdagê bû bi îşkenceyê nas dikin.    Aktaş bang li parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û hemû kesên xwedi wîcdan kir ku hestiyar tev bigerin.