Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin 2021-02-09 09:06:34 MÊRDÎN – Piştî salekê derbarê Hevseroka HDP'a Mêrdînê Perîhan Agaoglû û hevserokê bajêr ê berê Mûsa Alkan de îdianame hat amadekirin. Dozgeriyê îdianameya xwe spartiye beyanên "şahidê nepen" ku emniyet dike nake xwe nagihînê.  Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Perîhan Agaoglû û hevserokê bajêr ê berê Mûsa Alkan di 29'ê Sibata 2020'an de di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin û di 6'ê 2020'an de hatibûn girtin. Îdianameya derbarê Agaolû û Alkan de hat amadekirin. Îdianame ji 29 rûpelan pêk tê û di 16 rûpelên wê de behsa PKK'ê hatiye kirin.    Di îdianameyê de kar û barên siyasî yên hevserokan sûc hatine hesibandin û bi "endamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin. Dozgeriyê wekî delîl jî beyanên 6 "şahidên nepen" nîşan daye, lê belê ji van "şahidan" gelek jê nexuyane. Di îdianameyê de raporên kar û barên partiyê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên di 3'yê Cotmeha 2016'an de di avêtina ser partiyê de hatine bidextsitin, jî delîl hatine hesibandin. Di dîianameyê de behsa meclîsên taxan hatiye kirin û îfadeyên şahidên aşkere jî cih girtin. Her wiha di îdianameyê de hevserokê bi ragihandina xwerêvebiriyê yên li Nisêbîn, Dêrik û Kerboranê jî hatine tawanbarkirin.    'ŞAHIDÊN NEPEN' ÊN NEXUYAYΠ   Di îdianameyê de îfadeyên "şahidên nepen" ên “1T4PK65I/TOPKAPI”, SEHER, “G1R9N0D7”, “ML1Z0G7R1T/MALAZGİRT”, “C1N9K1K8L/ÇANAKKALE” û “T0MR1SH4N/TOMRİSHAN” jî cih gitine. "Şahidê nepen" ê bi koda “ML1Z0G7R1T/MALAZGİRT” berê di îdianameyê derbarê siyasetmedarên HDP û DBP'î yên qeyûm taynî şûna wan hatibûn kirin de jî cih girtibû, lê belê paşê derketibû holê ku ev "şahidê nepen" ê navbirî li holê nexuyaye û midûriyeta polîsan jî nikare xwe bigihînê.    MA / Ahmet Kanbal