Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast 2021-02-09 09:06:36 HATAY - Xwediyê Rojnameya Son Haberê Hamît Saçar, HDP'a Îskenderûnê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê hedef girtibû. Derbarê Saçar de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê dozgeriyê derpêş kir ku li hemberî partî, komele û rêvebirên wan de tu êrîşeke fiîlî çênebûye û derbarê lêpirsînê de biryara neşopadinê da.  Xwediyê Rojnameya Son Haberê Hamît Saçar, li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îskenderûnê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê hedef nîşan dabû. Ji ber vê derbarê Saçar de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê Serdozgeriya Komarê ya Hatayê derbarê Saçar de biryara neşopandinê da.    Saçar, di 30'yê Nîsana 2020'an de li ser hesabê xwe yê Facebookê ji bo avahiya HDP'ê ya Îskendeûrnê gotibû: "Çima Alaya tirk dalnaqînin? Çima HDP û ÎHD alaya tirk dalnaqînin? HDP'ya ku hêla siyasî ya rêxistina terorê ye, 90 trilyon alîkariyê digire, lê ji bo alaya tirk li avahiya partiyê dalneqîne li ber xwe dide. Madem wisa dike, nexwe çi hewce be dê welatî bikin... Komeleya Mafên Mirovan... Heger hûn mirovbûna we yê alaya tirk daliqanda, ne wisa?..."   Piştî vê parvekirinê rêvebirên HDP'a navçeyê di 4'ê Gulanê de li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê giliyê Saçar kiribûn.    Lê belê serdozgeriyê derbarê Saçar de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê di biryara xwe de derpêş kir ku i hemberî partî, komele û rêvebirên wan de tu êrîşeke fiîlî çênebûye   MA / Hamdullah Kesen