Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me 2021-02-09 09:06:37 AGIRÎ - Li Agiriyê welatiyan anî ziman ku şaredariya AKP'î rêyên wan paqij nake û got: "Savci Sayan digot, 'raya xwe bidin, em ê goleke xweş bavêjin.' Sayan, golê avêt me."  Piştî ku di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de rêvebiriya Şaredariya Agiriyê ket destê AKP'ê, hema bibêje li bajêr bi navê xizmetê tiştek nehatiye kirin. Şaredarê AKP'î Savci Sayan ku pêşî ajovanên dolmîşan mexdûr kiribû, ji xeynî çend deverên derî bajêr hema bibêje tiştek nekiriye. Gelek deverên bajêr ji kort, koncal û heriyê xalî nabe. Her wiha hin rê jî di nava çop û gemarê de mane. Agiriyên ku raya xwe dane AKP'ê, nerazîbûna xwe ya ji bo rêvebiriya AKP'î anîn ziman.    ‘GOL AVÊT ME'    Welatiyekî ku bi bêran berfê paqij dike û diyar kir ku raya xwe daye AKP'ê got: "Dev ji taxan berde, navenda çarşiyê bixwe jî paqij nakin. Li vî bajarî xizmet nemaye. Rêya ku divê şaredarî veke, em vedikin. Zilmek wiha nehatiye dîtin. Gava serokomar tê bajêr di rojekê de rêyan paqij dikin. Bila serokomar di rêyeke din de bê, wê çaxê yê halê Agiriyê bibîne. Rêya Taxa Yuzuncuyilê tune ye. Sirf ji bo bixebite me ray da Sayan. Di dema hilbijartinêd e digot, 'raya xwe bidin me, em ê golekê bavêjin.' Lê Savci Sayan golê avêt me. Em poşman in ku me raya xwe daye wî."    Welatiyekî din jî şembelîlkên bi metreyan dirêj bûne nîşan da û got: "Meheke di vê avahiyê de me. Ev şembelîlk talûke ne. Em bi tirs di bin sivêrnekan re derbas dibin. Em ji rayedaran re dibêjin, lê guh li me nakin. Çavê wan lê ye mirov bimirin, dû re werin paqij bikin. Belkî ez 50 carî  çûm cem wan. Na, guh li min nekirin."