Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend 2021-02-09 09:06:38 ÊLIH - Cîgirê qeyûmê Şaredariya Êlihê Adnan Yoruk, cardin keça xwe Sena Yorukê anî şaredariyê û kir karmend.  Wezareta Karên Navxweyî cara ewil di 112ê Îlona 2016'an û cara dudoyan jî di 23'yê Adara 2020'an de cara dudoyan qeyûm tayinî Şaredariya Êlihê ya HDP'î kiribû. Di dema qeyûmê ewil Cîgirê Waliyê Êlihê Ertûg Şevket de, Adnan Yorukê di Midûriyeta Petrolan a Tirkiyeyê de dixebitî, li şaredariyê bûbû Midûrê Midûriyeta Îştiraqan. Di 24'ê Adara 2020'î de jî bi fermana Hûlûsî Şahîn bûbû Cîgirê Şaredarê Êlihê.   Yoruk, gava di sala 2016'an de bûbû Midûrê Midûriyeta Îştiraqan, keça xwe Sena Yorukê jî anîbû şaredariyê û kiribû karmend. Piştî di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê şaredarî bi dest xistibû, Sena Yoruk ji kar hatibû derxistin. Lê belê hat hînbûn ku Adnan Yoruk, piştî ku cardin qeyûm tayinî şaredariyê hatiye kirin û bûye cîgirê qeyûm, di meha Çileyê de cardin keça xwe aniye şaredariyê û kiriye karmend.