Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine 2021-02-09 09:06:40 AMED - Rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di salekê de li hin deverên bajêr sê caran dar çandine û rakirine.  Rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hin deverên bajêr çandin û rakirina daran ji xwe re veguherandiye bazara qezenckirinê. Darên ku li Bûlwara Qamişlo, Kolana Orhan Dogan, Mehmet Ûzûn, Çewlîg û Newrozê tên çandin, ji ber ku xwedîtî li wan nayê kirin, tên rakirin û li şûna wan hin darên din tên çandin. Darên ku li Kolana Newrozê û Çewligê yên Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê, di saalekê de gelek caran hatine rakirin û li şûna wan hin darên din hatine çandin.    Li gor dîmenên Adara 2020'an ên Google Street Viewê, li refûjên kolanan darên cuda hatine çandin, lê belê niha li heman cihî darine din hene. Tê gotin ku ji ber ku darên tên çandin nayên avdan, kesaxtin û dermankirin hişk dibin û li şûna wan hin darên din tên çandin.    KOLANA NEWROZÊ    Li gor dîmenên Adara 2020'an ên Google Street Viewê, li Kolana Newrozê jî gelek darên sedarê hene, lê belê niha li heman kolanê nêzî 100 darên çamê hene. Darên li heman kolanê di salekê de 3 caran jinûve hatine çandin.    KOLANA ÇEWLÎGÊ    Di heman dîmenan de li Kolana Çewlîgê jî darên kizwanê dixuyên, lê belê niha li heman kolanê li şûna kizwanan darine din hene.    Tê derpêşkirin ku qeyûm ji Hezîrana 2020'an heya niha li park, baxçe, peyarê û refûna 5 hezar û 128 darên cur bi cur çandine. Lê belê di EKAP'ê de agahiyên derbarê îhaleya van daran de tu agaî tune ne. Tê gotin qeyûm îhaleya van daran bi usûla temînkirinê daye hin şîrketên navenda wan li Kocaeliyê.