Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e 2021-02-09 09:06:41 AMED - Hevserokê SES'ê yê Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, bal kişand ser cihêkariya ji bo derziyên Covîd-19'ê û xwest pêvajoya derzîkirinê bi awayekî wekhev bê birêvebirin.  Herî kêm li bajarên herêmê kes tên derzîkirin li dijî şewba Covîd-19'ê. Li Tirkiyeyê li gor rêzê herî kêm li Colemêrg, Agirî, Şirnex, Sêrt, Riha, Mêrdîn, Mûş, Bedlîs, Çewlîg, Wan û Amedê kes tên derzîkirin.    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) ê Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, bal kişand ser cihêkariya di rêjeya derzîkirinê de xwe dide der û xwest ev yek bi awayekî wekhev bê kirin.    ‘HEJMARA PÊKETIYAN KÊM BÛYE'   Guldîken, anî ziman ku li gor berê niha li bajêr hejmara kesên bi şewbê dikevin kêm bûye. Guldîken, da zanîn ku niha li bajêr rojê li dor 100 kes bi şewbê dikevin. Guldîken, destnîşan kir ku ji ber ku gel tevdîran digire û bi awayekî cidî nêzî şewbê dibe, hejmara pêketiyan kêm bûye.    HERÎ KÊM LI HERÊMÊ TÊ KIRIN    Guldîken ji bo derzîkirin jî got: "Li gor daneyên derzîkirinê yên wezaretê, herî kêm li Amed û bajarên herêmê kes tên derzîkirin. Li Stenbolê rêjeyza derzîkirinê ji sedî 5 e, lê ev rêje li herêmê pir kêm e. Heya niha ji sedî 1.5'ê nifûsê hatiye derzîkirin. Piraniya vvê rêjeyê jî xebatkarên tenduristiyê ne. Li Tirkiyeyê pirsgirêka derzîkirinê heye. Jixwe pêvajoya derzîkirinê ji roja roj de bi awayekî zelal nehatiye birêvebirin. Tê gotin heya niha 10 milyon doz hatiye Tirkiyeyê. Wezaret jî dibêje, 'em xwedî kapasîteyeke wisa ne ku em dikarin rojê 200 hezar kesî derzî bikin.' Lê ev yek hîn jî nehatiye kirin."    GUH LI HERÊMÊ NAKIN    Guldîken, anî ziman ku derziyên ji bo tedawîkirina şewba Covîd-19'ê tên bikaranîn, pêşî li ber mirina mirovan digirin û bi vî awayî bal kişand ser girîngiya derzîkirinê. Guldîken, destnîşan kir ku heger mirovek jî neyê derzîkirin, dibe ku ji ber wî/ê mirovî/ê şewb cardin berbelav bibe. Guldîken got: "Em nabêjin heger derziyan bişînin herêmê dê hejmara pêketiyan kêm bibe. Derzî, pêşî li ber şewbê nagire, li ber mirinê digire."