Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye 2021-02-09 09:06:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Hêvî ya Otîzm û Sendroma Downê ya Kampa Mexmûrê, di şert û mercên dijwar de dixebite. Hevberdevkê navendê ji bo alîkariyê bang kir: "Em dixwazin her kes alîkariya Navenda Hêviyê bike." Navenda Hêvî ya Otîzm û Sendroma Downê ya Kampa Mexmûrê, di şert û mercên dijwar de, ji bo 30 xwendekaran bûye cihê hêviyê. Hevberdevkê navendê Salih Babat, anî ziman ku di tedawîkirina otîzmê de teşxîsa pêşwext û perwerdehî pir girîng e. Babat, destnîşan kir ku çendî ku şert û mercên tê de ne dijwar bin jî, lê ji bo ku zarokên otîzmî û sendroma downê ji perwerdehiyê bêpar nemînin, dixebitin.    DI ŞERT Û MERCÊN DIJWAR DE HAT AVAKIRIN    Babat, da zanîn ku projeya Navenda Hêviyê di sala 2017'an de temam kirine û di sala 2018'an de jî vekirine. Babat, diyar kir ku ji ber ku derfetên wan kêm in nikarin hemû amûran peyda bikin û got: "Hejmara kesên ku pêdiviya wan bi perwerdehiya taybet heye, pir zêde ye. Di otîzmê de teşxîsa pêşwext û perwerdehiya taybet pir girîng e. Heger ev zarok baş bên perwerdekirin dê bi rihetî karibin daxilî nav jiyana civakî bibin. Me li kampê di şert û mercên dijwar de ev proje pêk anî. Em li gor derfetên xwe zarokên xwe yên otîzmî, sendroma downê û astengdar perwerde dikin. Bi saya vê projeyê me alîkariya gelek kesan kir."    BI HÊZA GEL    Babat, bilêv kir ku bi hêz û quweta gel Navenda Hêviyê ava kirine û xebatkarên wê jî xebtakarên dilxwaz in. Babat got: "30 xwendekarên me hene. Em heftê herî kêm 30 seansî dersê didin wan. Perwerdehiy akademîk, pêwendî, pêwendiya civakî û perwerdehiyên din. Ne Neteweyên Yekbûyî (NY) ne jî saziyên din alîkariya me nakin. Tenê hin welatparêzên li Almanyayê alîkariya me dikin. Ji xeynî vê heya niha kesî alîkariya me nekiriye. Hemû kar û barên wê bi dilxwazî tên kirin."    AMORGO Û ÊRÎŞ    Babat, anî ziman ku bi ambargo û êrîşên Tirkiye, Iraq, DAIŞ û PDK'ê re rû bi rû ne û got: "Kamp, ji roja ku hatiye avakirin heya niha tim bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Ambargo heye. Ambargo û êrîşên Tirkiyeyê herî zêde bandorê li navenda me dikin. Ji lewra hesasbûyîneke zarokan heye, ji bo dengan. Balafirên şer û SÎHA tim li asîmanên kampê diçin û tên. Ev yek bandoreke nebaş li zarokan dike. Ev dibe sedema xesarên mayinde. Ambargoya li ser kampê sal û nîvek e didome.    Ev zarok divê bi awayekî rêk û pêk biin cem bijîşkan. Lê ji ber ambargoyê nikarin biçin. Her wiha serwîseke me jî tune ku em xwendekarên xwe bînin vê derê. Malbat bi zorê wan tînin."    ‘PÊDIVIYA ME BI ALÎKARIYÊ HEYE'    Babat got: "Zarokên otîzmî ji bo ku karibin xwe bînin ziman, pêdiviya wan bi alîkariyeke profesyonel heye. Lê derfetên me kêm in. Wesayîtek me ya serwîsê jî tune ye. Em dixwazin her kes alîkariya Navenda Hêviyê bike."    Babat, ji bo alîkariyê hesabê navendê bi raya giştî re parve kir: İBAN:DE53 4805 0161 0025 4829 77   MA / Erdogan Altan