Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne 2021-02-09 09:06:43 MÛGLA – Nûrgul Tûrgal, xwişka Fîgen Şahîn ku berê 96 rojan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de mabû, bal kişand çalakiyên greva birçîbûnê yên cardin dest pê kirine û xwest berî ku mirin çêbibe daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 75'an de ye. Her diçe fikarên malbatên girtin û raya demokratîk zêde dibin.    Nûrgul Tûrgal, xwişka Fîgen Şahîn ku di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê hatibû destpêkirin 96 rojan di greva birçîbûnê de mabû, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û çalakiya greva birçîbûnê de axivî.   Tûrgal, anî ziman ku xwişka wê Şahîn di sala 2015'an de li Edeneyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 20 sal û 4 meh û 15 roja ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Alîaga Şakran a Îzmîrê ya Jinan de ye.    FIKARÊN WAN HENE    Tûrgal, diyar kir ku xwişka wê 96 rojan di greva birçîbûnê de maye û ji ber vê pir zihîf bûbû û got: "Xwişka min 96 rojan di grevê de ma. Pêvajoyeke pir êşbar bû. Bandor li tevahiya malbatê kiribû. Gava em diçûn ser sifreyê, xwarin di qirika me re nediçû. Ji lewra ew birçîbûn. Ew di greva birçîbûnê de bûn, lê li malê jî şîn hebû. Dêya min tim li wêneyên xwişka min dinerî ûd igiriya. Niha jî fikarên me hene. Fikara me ya mezin jî, em ditirsin mirin çêbibe."    Tûrgal, bilêv kir ku ji ber pandemiyê 11 mehan hevdîtina vekirî çênebûye û xwişka xwe nedîtine. Tûrgal, anî ziman ku herî dawî di 20'ê Çileyê de bi telefonê bi xwişka xwe re axifiye.    ‘POŞMANTÎ' TÊ FERZKIRIN    Tûrgal, diyar kir ku xwişka wê gotiye cezayê du hevalên wan qediyane, lê belê hîn jî nehatine berdan û li girtîgehê qanûna poşmantiyê li wan tê ferzkirin.    Tûrgal got: "Got, hevalên wan di greva birçîbûnê de ne û moralê wan baş e. Got, îdareya girtîgehê pirtûk û rojnameyan nade wan. Kincên wan jî nadin wan. Berê tenê kincên rengreş didan. Lê niha wan jî nadin. Yanî piraniya kincên ku me şandine nadin wan. Dinya sar e û diqefilin."    'EM DIXWAZIN DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'    Tûgrûl, xwest raya demokratîk xwedî li daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan derkeve û got: "Şert û mercên ku girtiyên siyasî tê de ne zor in. Rêvebiriya girtîgehê ceza li ser ceza li wan dibire. Binpêkirina mafên wan bêhiqûqîtî ye. Ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin greva birçîbûnê dan destpêkirin. Ji lewra mafê jiyaneke mirovan e, mafê her kesî ye. Em dixwazin berî ku mirin çêbibe daxwazên wan bên qebûlkirin. Em li pişta wan in. Heya daxwazên wan bên qebûlkirin em ê li gel wan bimeşin. Em dixwazin raya demokratîk û her kes bibe dengê wan. Ji lewra em bi saya wan hene."