‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’ 2021-02-09 09:06:48 DERSIM - Bavê girtî Emre Can Demîr ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr bang li her kesî kir ku deng bidin qîrîna li girtîgehan.     Tecîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in bênavber didomin û dikeve 22’yemîn. Li girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi armanca daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne. Greva birçîbûnê bi koma 15’emîn di roja 75’an de didome. Yek ji van girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Emre Can Demîr ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne ye. Demîr ji kanûna sala 2016’an ve girtî ye û 50 caran cezayê girankirî yê heta hetayê lê hatiye birîn. Demîr di sala 2018 û 2019’an de jî 106 roj di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê da mabû.    Bavê Demîr, Hasan Demîr diyar kir ku ew ê bi her awayî piştevaniya berxwedana zarokên xwe bikin û divê daxwazên tavilê werin cih.    LI BER ÇAVÊN WÎ ÎŞKENCE DIKIN    Demîr da zanîn ku ew û kurê xwe li Stenbolê di serdegirtina malê de tê binçavkirin wan dibin Antalyayê û li wir mehek îşkence li wan hatiye kirin û li ber çavê wî îşkence li kurê wî hatiye kirin. Demîr got ew piştî 4 mehan hatiye berdan û lê 50 cezayê girankirî yê heta hetayê li kurê wî hatiye birîn.    PIŞTÎ GREVÊ SIRGÛN    Demîr diyar kir ku di serdema Leyla Guven di sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û heta 2019’an berdewam kiribû, kurê wî 106 rojan di greva birçîbûnê de maye û ji 60 kîloyî daketiye 35 kîloyî. Demîr anî ziman ku piştî greva birçîbûnê kurê wî ji Antalyayê sewqî Eskîşehîrê hatiye kirin.   ‘TECRÎD DI NAVA TECRÎDÊ DE TÊ SEPANDIN’    Demîr anî ziman ku ji wê pêvajoya greva birçîbûnê ve heta niha dîsa li gel Ocalan hevdîtin nehatiye kirin û kurê wî jî hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî binpêkirinên mafan dîsa ketiye greva birçîbûnê. Demîr got zextên li ser girtiyan bandorek neyînî li ser malbatan jî dike û heke tecrîd û binpêkirinên mafan neyên bidawîkirin dê greva birçîbûnê dîsa veguhere rojiya mirinê. Demîr anî ziman ku wê wêneyek payîzê ji kurê xwe re şandiye û li gel kurê wî 5 caran daxwazname daye îdareyê jî radestî wî nekirine û ew çi dişînin tê astengkirin û got: “Ji sê rojan carek bi ser odeyên wan de digirin û zextan li wan dikin. Piştî vê greva birçîbûnê zext û binpêkirin zêde bûne. Tecrîd di hundirê tecrîdê de tê sepandin.”   ‘LI GIRTÎGEHAN QÎRÎN BILIND DIBE’    Demîr destnîşan pêwîste tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan werin bidawîkirin û wiha got: “Îqtîdar tenê ne li ser muxalîfan zextan dike, li ser girseya xwe jî zextan dike. Hevdîtina parêzer û malbatan û telefonan a li gel birêz Ocalan û girtiyên din temîn bikin. Dawî liv an zextên li ser civakê bînin. We di salên 90’î de însanan avêt bîrên asîtê, şewitand û îşkence li wan kir, lê we encam negirt. Heke kurikê me jiyana xwe ji dest bide jî wê zilma dewletê ji pey ên me re were gotin. Komkujiya li Dersimê hatiye kirin hêj di bîra me de ye. Me wan komkujiyan ji bîra nekiriye. Mirinê nespêrên zarokên siberoja me. Em ji zarokên xwe bi hêvî ne. Em piştevaniya berxwedana zarokên xwe dikin. Bila Wezareta Dadê, Serokkomarî, Meclîs, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, sazî û dezgeh hemû, rêxistinên demokratîk bila deng bidin vê qîrîna li girtîgehan. Li girtîgehan qîrîn bilind dibe.”