Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin 2021-02-09 09:37:40   STENBOL - Piştî bi fermana Serokomar Erdogan Rektorê Qeyûm  Melih Bulu tayînî Zanîngeha Bogazîçî kirin, di çalakiyên şermezarkirina qeyûm de 563 xwendekar hatin hatin binçavkirin û 10 jê hatin girtin. Li 24 xwendekaran jî cezayê hepsa malê birîn.    Melîh Bulu yê AKP’î bi fermana Serokomar Tayyip Erdogan wekî qeyûm tayînî Rektoriya Zanîngeha Bogazîçî hatibû kirin, piştî Bulu wekî qeyûm tayîni zanîngehê kirin, xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dest bi çalakişên şermezarkirina tayînkirina qeyûm kirin. Çalakiyên xwendekaran hêj didomin. Çalakiyên xwendekaran ji 4'ê Çile heta niha didomin. Di çalakiyên şermezarkirina qeyûm de heta niha 563 xwendekar hatin binçavkirin û 10 xwendekar hatin girtin. Dadgehê li 24 xwendekaran jî cezayê hepsa malê birî. Li şûna îqtidar daxwazên xwendekaran li pêş çavan bigire, Serokomar Tayyip Erdogan çalakiyên xwendekaran wekî terorîzmê pênase kir. Ev yek bêtir bû sedema bertekên xwendekaran. Xwendekaran destnîşan kirin ku heta bigêjin armanca xwe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Elif Karakaya, anî ziman ku qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e û wiha got: "Qeyûm encama polîtîkayên înkar û îmhayê yên îqtîdara 18 salan e. Dixwazin xwendekaran li gorî xwe wekî koleyan perwerde bikin. Ji ber xwendekar koletiyê qebûl nakin êrîşî xwendekaran dikin."    Karakaya, anî ziman ku dema ew binçav kirin û birin muayeneyê ji kelepçe li destê wê xistin û ji ber ev yek îtîraz kir muayene nebû. Karakaya, da zanîn ku bi zanebûn gelek rojan ew di bin çavan de hiştin û xwestin tiştan li dosyayen wan zêde bikin. Karakaya, banga piştevaniya xwendekaran kir.      Xwendekara Zanîngeha Yildiz Teknikê Anil Bayraktar jî anî ziman ku tayînkirina qeyumê zanîngehê û tayînkirina qeyûmên şaredariyan girêdayî hev in û wiha got: "AKP, hemû kesên ne ji wan zextan li wan dike. Tayînkirina qeyûm li dijî demokrasiyê ye. Dixwazin rêya piştevaniyê bigirin. Ji ber îqtîdar ketiye qeyranê zextan zêde dike. Bi van êrîşan nikare têkoşîn û serîrakirina xwendekaran bitepisîne."