Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger 2021-02-09 09:47:55   AMED - Yekemîn danişîna doza Endamê rûmetê ya Bilind a TTB'ê Dr. Şeyhmus Gokalp ku di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatibû girtin, dê sibê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.   Endamê Rûmetê ya Bilind a Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Şeyhmus Gokalp, di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 25'ê mijdara 2020’an de hatibû girtin û girtî dêdarizandin. Dr. Şeyhmus Gokalp ku 77 rojin girtî ye, dê sibê derkeve pêşberî dadger. Yekemîn danişîna Dr. Şeyhmus Gokalp dê sibê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Gokalp bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" tê daırizandin. Tê payîn ku Gokalp ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişîna dozê bibe.