7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê 2021-02-09 10:25:10   ŞIRNEX - 7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê xwestin biçin Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê.    7 girtiyên li Girtîgeha Tipa T a Şirnexê, xwestin biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê. Girtiyan daxwazname dan û sewqa xwe xwestin. Li gorî agahiyên ku parêzerên girtiyan da, girtiyan ji bo sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê bên kirin daxwazname dane rêveberiya girtîgehê.    Girtî Osman Fîdan, Abdulbasrî Ekîcî, Salîh Kutlu, Hakan Kutlu, Abdulkerim Sevînç, Mahsun Guçlu û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn, daxwazname dan rêveberiya girtîgehê û sewqa xwe xwestin. Berê jî ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê 78 girtiyan daxwazname dabû û xwestibûn biçin Îmraliyê.