Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da 2021-02-09 10:48:54   AMED – Li Sûrê cenazeyek hat dîtin. Malbata Hakan Arslan bi texmîna ku dibe cenaze yê lawê wan be serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    Li navçeya Sûra Amedê ya dîrokî di navbera salên 2015-2016’an de şer qewimî bû. Li taxa Hasirli ya Sûrê di xebata kolandinê ya 5 sal in didome de roja 7’ê sibatê cenazeyek hat dîtin. Tê texmînkirin ku cenaze aydî Hakan Arslan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû ye. Cenaze cihek di navbera Dêra Katolîk û Mizgefta Hasirli de hatibû dîtin û rakiribûn Saziya Tiba Edlî.    Tê diyarkirin ku Hakan Arslan di 22’ê çileya 2016’an de di şer de jiyana xwe ji dest daye û li wê dehma cenaze hatiye dîtin veşartî bûye. Malbata Arslan 5 sal in tevî hemû hewldanan jî agahî ji cenazeyê kurê xwe wernegirtibû.    Li ser mihtemela ku cenazeyê hatiye dîtin aydî kurê wî ye bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan bi rêya parêzerê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Dozgeriyê got hewcehî bi xwîn dayîna malbatê nîne û ji ber ku malbatê di sala 2016’an de ji bo testa DNA’yê xwîn daye.    Alî Riza Arslan piştî dozgeriyê serî li Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê da û ew li benda vê encama DNA’yê ye.