‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’ 2021-02-09 13:33:49   MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP’ê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û banga hestiyariyê li raya giştî kir.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji bo ku balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan destpêkirin û daxwaza edaletê ya ji bo siyasetmedarên jin, li pêş avahiya HDP’ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Rênas Abûrşû axivî. Abûrşû diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran pêk tên û wiha got: “Li dijî tecrîdê girtî 75 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li Tirkiyeyê navê şer tecrîd e. Tecrîd, li vî welatî îşkence bi xwe ye û navê Pirsgirêka Kurd tune hesibandinê ye. Tecrîd, bûye teşeyê rêveberina desthilatê.”   Abûrşû da zanîn ku siyasetmedarên ku pergala hevserokatiyê diparastin li girtîgehan tên tecrîdkirin û wiha axivî: “Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tûglûk, Çaglar Demîrel, Leyla Guven û gelek jinên hatine hilbijartin, ji ber ku di nava têkoşîna jinan de digirtin niha di girtîgehê de ne. Herî dawî Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat girtin. Desthilata zilam, dixwaze jinan ji qadên jiyanê derbixe, mafên siyaseta demokratîk ji jinan re qedexe bike û gotina jinan a azadî, edalet û wekheviyê tecrîd bike.” Abûrşû, destnîşan kir ku jin ji ber li dijî tundiya zilam dengê xwe bilind kirin û gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’, ji ber li xweza, av, daristana xwedî derketin û teslîmî polîtîkayên rantê nebûn tên tecrîdkirin.   ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Abarşû xwest ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, tecrîd bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêj çalakiyên grevê nehatine asta xetereyê û çalakiyên bêdem û bêdorveger an jî rojiyên mirinê divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ji bo ku gel, jin, ciwan û karker bêhnê bistînin divê demildest tecrîd bê rakirin. Em jin ji vê derê bang dikin; daxwaza girtiyên di çalakiya grevê de daxwaza me ye jî. Îtîraza me ji polîtîkayên bloka AKP’ê û MHP’ê yên jinan û gelên Tirkiyeyê mehkumî pergala tecrîdê ya serweriya zilam dikin re heye. Ji bo azadiya hemû hevrêyên me yên jin ên hilbijartî, parastina mafê jiyanê, azadiya jinên girtî yên mafê xweparastinê bikaranîn, desteserkirina mafê li girtîgehan ku ji holê bên rakirin qasek be jî em paşve gavê naavêjin. Jin bi piştevaniyê bi hêz dibe, em bi têkoşîna bi hev re azad dibin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.