Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir 2021-02-09 14:08:26   ŞIRNEX – Li Cizîrê, polisan destûr neda bîranîna ku dihat xwestin ji bo kesên ku dema qedexeyên derketina derve li jêrzemînan hatibû qetilkirin bê lidarxistin. Parlamenter Hasan Ozguneş, bertek nîşanî polisan da û got ku temenê faşîzmê kin e.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê, xwest kesên ku dema qedexeyên derketina derve di 7’ê sibata 2016’an de li jêrzemînên avahiyên navçeyê hatibûn qetilkirin, bi bîr bîne. Ji bo bîranînê malbatên kesên ku di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin, parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî xwestin biçin Goristana Esrî ya Cizîrê. Li gel hemû xwestekên zêde jî polisan destûr neda ku girse biçe goristanê û mudaxaleyî girseyê kir.    Malbatan bi gotina “We zarokên me qetil kir û destûr nadin ku em wan bi bîr jî bînin, hûn ji hestiyên me jî ditirsin” bertek nîşanî polisan da. Polisan angaşt kir ku bi hinceta vîrûsa koronayê destûr nadin bîranînê. Malbatan li gel asgengiyên polian jî qurnefîlên ku bi xwe re anîbûn danîn têketina goristanê.   LÊPIRSÎN TUNEYE   Li têketina goristanê Parlamenter Hasan Ozguneş, axivî û ev tit gotin: “Mirovên ku jiyana xwe ji dest dane hemû jî mirovên me ne. Bi sedan hevalên me yên mîna Mehmet Tûnç û Aysel Yuksel ku bi me re siayset dikirin jiyana xwe ji dest dan. Weke partî em dixwazin mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û êşa malbatên xwe parve bikin. Faîlên ku van sûcan kirine kî ne? Çima heta îro lêpirsîneke nehatiye kirin? Wê teqez rojekê Tirkiye ji vê dojehê û fişara faşizana rizgar bibe. Ji bo vê bedel çi dibe bila bibe em amade ne bidin. Em soz didin ku em hesabê hevalên xwe yên ku ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin bipirsin. Hêzeke ku serî bi me bide tewandin tuneye. Hûn partiyê digirin bigirin, girtîgeh dibêjin girtîgeh, mirin dibêjin mirin. Ji bo xatirê demokrasî û azadiyê em mirinê didin ber çavê xwe. Bila guman kesî tunebe. Em bang li kesên ku welat bi re ve dibin dikin û dibêjin temenê faşîzmê kin e.”   Daxuyanî bi çepikand bi dawî bû.