Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt 2021-02-09 14:15:11   STENBOL - Malbata Leyla Kaya cenazeyê keça xwe ji Goristana Kilyosê ya bêkesan wergirt. Dayik Halide Kaya, bang li hemû malbatan kir û xwest li cenazeyên zarokên xwe xwedi derkevin.   Malbata endama PKK'ê Leyla Kaya cenazeyê keça xwe ji Goristana Kilyosê ya bêkesan ku di peyarêyê de hatibû definkirin wergirt. Piştî testa DNA aşkere bû, dayik Halîde Kaya, rêveberên ANYAKAY-DER'ê, Hevserokên ANYAKAY-DER'ê Sultan Karasu û Şehmus Işik jî di navde gelek kesan çûn Goristana Zîncîrlikuyu. Piştî kar û barê fermî kirin, malbat li gel komê meşiyan Goristana Kilyosê. Li Goristana Kilyosê hestiyê Leyla Kaya di qaba plastîk te teslîmî malbatê kirin. Malbate piştî hestî hembêz kirin, hestî xistin nava kefen û ser cenaze nimêj kirin. Malbatê piştî cenaze girtin ji bo defin bikin ber bi Navçeya Gumgum a Mûşê ve ketin rê.    Dayik Halide Kaya, bang li hemû malbatan kir û xwest li cenazeyên zarokên xwe xwedi derkevin û wiha got: "Îro li Tirkiye vê zilmê li me rewa dibînin. Lê bila ji bîr nekin ku vê zilmê li xwe dikin. Çiqas zerarê bidin Kurdan ew qas zerarê didin xwe. Em bang li hemû malbatên şehîdan dikin. Bila werin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Em dayik in. Em dayikên lehengan in. Werin cenazeyên xwe bigirin."