Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan 2021-02-09 14:23:16 ERZIROM – Nûçegihanê me Dîndar Karataş di danişîna ewil a doza derbarê wî de vebûbû hat berdan.    Nûçegihanê me Dîndar Karataş di 24’ê mijdara 2020’an de li Wanê hatibû binçavkirin û du roj şûn ve li Erziromê ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza derbarê Karataş de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Erziromê hat lidarxistin. Karataş ji Girtîgeha Erziromê Tîpa H bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, rêveberê DFG’ê Zeynel Bûlût û Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney danişînê şopandin. Bi hêceta “alî dê beşdarî danişînê nebin” destûr nehat dayîn birayê Karataş dozê bişopîne.    NÛÇEYÊN XWE PARAST    Piştî tespîta nasnameyê Karataş parastina xwe kir û diyar kir ku hin axaftinên di îdianemyê de ne aydî wî ne. Karataş destnîşan kir ku xebatên wî birêve birine xebatên di çarçoveya rojnamevaniyê de bûne û axaftinên wî yên qeydên tapeyê jî bi armanca nûçeyan bûye. Karataş anî ziman ku ew îdiaya “endamtiya rêxistinê” qebûl nake û got: “Di vê dosyeyê de delîlek berbiçav nîne. Dema ez li îdianemeyê dinêrim tiştên min di jiyana xwe de nekiriye, kirine sûc û xistine stûyê min.  Min xebatên xwe hemû ji bo rojnamevaniyê bi rêve bir. Nûçe çêkirin jî karê rojnamevan e. Ez berdan û beraeta xwe dixwazim.”    WÎ ROJNAMEVANIYÊ KIRIYE    Parêzerê Karataş, Erselan Aktan jî destnîşan kir ku îdiayên di îdianameyê de cih digirin rastiyek wan hiqûqî nîne û hevdîtinên miwekîlê wî hemû ji bo rojnamevaniyê bûne û miwekîlê wî mafê jiyanê parastiye û kiriye nûçe    Parêzer Îrfan Sari jî anî ziman ku miwekîlê wan wek rojnamevek muxalîf nûçeyan çêkiriye û nûçeyên bê pê tê sûcdarkirin bi taybetî hatine bijartin û kirine armanc.  Dozger xwest Karataş girtî were darizandin.    Şandeya dadgehê bi şertê “qedexeya derketina derveyî welat” biryara berdana Karataş da û danişîna were taloqî 27’ê gulanê kir.