BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe 2021-02-09 14:43:27   STENBOL – BMG’ê mudaxaleya polisan a li hemberî çalakiya damezrandina xwe ya li navçeya Kadikoyê şermezar kir û diyar kir ku ji ber tirsa têkoşîna yekbûyî li hemberî wan êriş pêk tên û ev tişt got: “Pergala qesrê her ku digevize têk diçe.”   Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), di 4’ê sibatê de xwestibû li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke girseyî damezrandina xwe rabigihîne. Polisan mudaxaleyî daxuyaniyê kiribû gelek kesî binçav kiribûn. BMG’ê têkildarî vê mudaxaleya polisan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji ber tirsa ji têkoşîna yekbûyî êriş pêk tên û li dijî vê dê têkoşîna xwe mezintir bikin.    HÊRSÊ LI XWE PÊÇANE   Di berewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî kesên ku hatine binçavkirin sûc hatine hilberandin êu ev tişt hat gotin: “Pergala qesrê her ku digevize têk diçe. Êdî dîwarên tirsê hatine hilweşandin. Em ji bo hêrsê li xwe bipêçên hatin avakirin. Piraniya ciwanan dixwazin ji vî welatî terk bikin. Li vî welatî hêvî û pêşerojê nabînin. Em ji ber vê sedemê hatin avakirin.”