11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin 2021-02-09 15:15:01   AMED - Ji ber kuştina Memhet Ûytûn ê 16 mehî ku li Cizîrê fîşeke gazê li serê wî ketibû û jiyana xwe ji dest dabû, derbarê çawişê pispor H. A. de piştî 11 salan doz hat vekirin. Derket holê ku kapsula gazê ya delîla herî girîng a dozê hatiye îmhakirin.   Di 9'ê cotmeha 2009'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwepêşandana şermezarkirinê hatibû lidarxistin û polisan bi mudaxaleyî xwepêşandinê kiribû. Di mudaxaleya polisan de fîşeke gazê ya polisan li serê Mehmet Ûytûn ê 16 mehî ku li şaneşîna mala wan di hembiza dayika xwe de bû ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî kuştina Ûytûn piştî 11 salan doz hat vekirin. Li dijî biryara neşopandinê ku Serdozgeriya Komarê ya Cizirê di dosyayê de dabû, Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirinê dabû û careke din lêpirsîn hatibû destpêkirin. Danişîna yekemîn a doza ku di çarçoveya lêpirsînê de hat vekirin, 1’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Cizirê hat dîtin.   KAPSULA GAZÊ HATIYE ÎMHAKIRIN   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku doz ji aliyê Komîsyona wan a Hiqûqê ve hatiye şopandin û danişîna dozê di 8'ê sibatê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Cizirê hatiye dîtin. Di berdewama daxuyaniya xwe de ÎHD'ê da zanîn ku li gel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî kêmasiyên di dosyayê de didomin û ev agahî dan: "Daxwazên ku me ji bo van kêmasiyan pêşkeşî dadgehê kiribûn bêhincet hatin redkirin. Kapsûla gazê ku delîla herî girîng a dozê ye polîsan îmha kirine û weke girtek pêşkêşî dosyaya dozê hatiye kirin. Weke Komeleya Mafê Mirovan, ji bo ku mirinên weke vê çênebin û dozên hatine vekirin, bi awayekî bibandor bên birêvebirin, em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Em di serî de meqamên darazê û rayedaran vedixwînin ku ji bo binpêkirin bên dabinkirin berpisryartiya xwe bi cih bînin.”