Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin 2021-02-09 15:38:29 ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP'ê li Şirnexê starta kampanyaya "Destpêkê Edalet” da.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh starta kampanya “Destpêkê Edalet” li Enqereyê da. Îro jî Meclîsa Jinan a HDP'ê li Şirnexê starta kampanya “Destpêkê Edalet” bi daxuyaniyek çapemeniyê da. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, aktivîstên TJA'yê û rêxistinên HDP'ê yên Şirnex û navçeyên wê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî qirkirina girtiyên siyasî destpêkê edelet" vekirin û dowîzên "Ji bo jinan edelet" hat hildan.    'JI BO MAFÊ XWEPARASTINÊ EDELET'    Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê Zeynep Salgucak ve hat xwendin. Salgucak bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan û wiha got: "Li dijî polîtîkayên pergala tecrîdê ya mêr a serdest û bloka faşîst a AKP-MHP’ê nerazîbûnên me hene. Em ê ji têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafê jiyanê, ji bo azadiya hemû hevalên jin ên bijartî, ji bo azadiya jinên girtî yên ku mafê xwe yê xweparastinê bikar tînin, ji bo ji holê rakirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, em ê kêliyekê jî ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêjin. Em bi hêza jinan xurtir dibin, em bi têkoşînek hevpar azad dibin."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedanan zindanan" bi dawî bû.   RIHA    Meclisa Jinê ya HDP'ê ya Rihayê jî li avahiya HDP'ê ya Rihayê bi heman mijarî daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner, axivî û xwest ku beyî bigihîje asta krîtêk daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.