Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e 2021-02-09 15:56:28   WAN - Birîna ciwanê 20 salî Mehmet Alî Nametogullari ku eskeran li Wanê ew birîndar kir, giran e. Dermankirina wî ya li nexweşxaneyê didome.    Li Herêma Erçekê ya navbera navçeya Qelqeliyê û Rêya Armûşê eskeran di 7'ê Sibatê de ciwanê 20 salî Mehmet Alî Nametogullari birîndar kiribu. Nametogullari rakiribun Nexweşxaneya Dursun Odabayi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Dermankirina Nametogullari hêj didome. Hat diyar kirin ku birîna Nametogullari giran e. Bavê Nametogullari, Îskender Nametogullari anî ziman ku bijîşkan diyar kiriye ku rewşa kurê wî giran e.