Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin 2021-02-09 16:34:04   WAN - Danişîna doza zilamê bi navê H.C ku li Wanê zarokek îstîsmar kir hat taloqkirin.   Danişîna 5’emîn a doza zilamê bi navê H.C ku li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zarorek îstîsmar kir, li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Wanê hat lidarxistin. Ji Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê Parêzer Şeyma Şen û Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ebrû Demîrtepe beşdarî danişînê bûn. H.C'yê ku girtî ye di danişîna beriya niha de sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Ruh û Mejî ya Xarpêtê hatibû kirin, bi hinceta ku li nexweşxaneyê ye beşdarî danişînê nebû. Parêzeran parastin kirin û xwestin ku cezayê kêm neyê birîn. Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê biryara temamkirina raporên ji nexweşxaneyê bên da û danişîn taloqî 4'ê adarê kir.