Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan 2021-02-09 16:57:38   ÎZMÎR – Rêxistinên hiqûq û maf li Îzmîrê bertek nîşanî sepanên lêgerîna tazî dan û xwestin derbarê kesên lêgerîna tazî li ciwanan hatiye kirin lêpirsîna edlî were destpêkirin.    Parêzerên endamên Koma Parêzeran a Hemdem (ÇHG), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Şaxên Îzmîrê bertek nîşanî lêgerîna tazî ya li dijî kesên di xwepêşandanên Zanîngeha Bogazîçiyê pêk hatibû de bertek nîşan dan û daxuyanî dan. Daxuyanî li ber Edliyeya Bayrakli pêk hat û nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî piştgirî dan daxuyaniyê. Li ser navê saziyan parêer Şukran Ozturk daxuyanî xwend. Ozturk destnîşan kir ku wan di hevdîtina li gel miwekîlên xwe de hîn bûne ku lêgerîna tazî li wan hatiye kirin û Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê û Walîtiya Îzmîrê rastiyê nabêjin û rastiya ku heye jî berevajî dikin. Ozturk anî ziman ku lêgerîna tazî sûcê li dijî rûmeta mirovahiyê ye û wan li dijî lêgerîna tazî û cezakirina kiryaran serî li Serdozgeriya Îzmîrê dane û gilî kirine. Ozturk got ew daxwaz dikin ku derbarê kiryaran de lêpirsîna edlî were destpêkirin.