Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket 2021-02-09 18:29:40   ERZIROM - Nûçegihanê me Dîndar Karataş ku piştî biryara berdanê ji girtîgehê derket got: "Hevalên me di hudir de ne, lewma xemgîn im."    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîndar Karataş di danişîna ewil de hat berdan. Piştî biryara berdanê ji Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê derket.   Hevpîşeyên Dîndar wî li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Karatş, li ber girtîgehê derbarê biryara berdanê de axivî û got: "Hevalên me di hundir de ne. Lewma xemgîn im. Hêvîdar im hevalên me yên din jî rojek berî rojekê bên berdan. Em ê her tim heqîqetê ragihînin gel."