ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-10 09:00:55 * Hêzên Navdewletî ku di sedsala 21'an de dîsa Rojhilata Navîn xistin dorpêçê, ewil Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin armanca xwe. Siyasetmedar û endamê Koma Aştiyê Seydi Firat, destnîşan kir ku piştî têkçûna artêşa Sadam a salên 1990’î hem di qada navneteweyî de hem jî li Rojhilata Navîn gelek tevgerên şoreşger têk çûn û belavbûn û wiha got: "Lê tevgera azadiya Kurd li dijî vê yekê pêş ket, mezin bû û li herêmê bû tevgera azadiyê ya bingehîn. Ji ber wê hêzên navdewletî xwestin  pêşî li Tevgera Azadiyê bigirin û komplo pêş xistin."  * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê li Erxenî û Bismilê du qursên Qur'anê yên ên keçikan ên leylî ava bike. Maliyeta van qursan 22 milyon û 710 hezar TL ye.    * Hunermendên ku grevên birçîbûnê wekî "têkoşîna rûmeta mirovahiyê" pênase kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li grevê derkevin.    * Li Mezîtliyê tê xwestin ku nêzî 60 hezar darên narinciyê bên birîn. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen a Mêrsînê Omer Ozden, ji bo xelaskirina van daran bang li rêxistinên civaka sivîl û xwezahezan kir.    * Yek ji îmzevanê ku ji bo îstifakirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû îmze danîbû binî danezanê Ass. Prof. Dr. Laûrence Cox got: "Îqtidara Tirkiyeyê xwe bi xwe, xwe tune dike." Prof. Mîchael Neîll jî got: "Kîa kaha, kîa manawanûî! (Bi hêz û sebr bin)."    * Bi biryara serkmartiyê gelek statuya gelek zozanên Herma Behra Reş hatin guherandin. Herî dawî Robarê Firtinayê jî ket ber îstimlaqkirin. Ekolojîst Cemîl Aksû got: "Bi awayekî aşkere zemîna cinayetê tê amadekirin."    * Dayikên Kitanspî ji bo grevên birçîbûnê yên girtiyan bang kirin: "Berî ku mirin çêbibe, divê deriyên Îmraliyê vebin."    * Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, got: "Digotin em ê biqedînin, nehêlin. Lê her çû fikirê Serok dorfireh bûn û li seranserê cîhanê belav bûn. Serok, pira di navbera gelan de ye. Rûxandina vê pirê, dê bi kêrî gelan neyê."    * Danişîna ewil a doza Dr. Şeyhmûs Gokalp ê endamê Destya Rûmeta Bilind a TTB'ê di çarçoveya lêpirsîna ser KCD'ê de girtî ye dê li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)   * Li Enqereyê 103 qûrbaniyên komkujiya 10'ê Cotmeha 2016'an a li ber Garê pêk hat dê di meha 65'emîn de werin bibîranîn. (09.30-12.00)   * Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû dê derbarê revandina endamên HDP'ê û xwepêşandanên Zanîngeha Bogazîçiyê de li Meclîsê civaina çapemeniyê birêve bibe. (10.00)   * Danişîna 129'emîn a doza Gerenîndeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê hatibû qetilkirin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê berdewam bike. (10.20)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li ber Girtîgeha Amedê Tîpa D têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bide. (11.00)   * MEBYA-DER dê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Kongreya xwe ya Asayî ya 1'emîn pêk bîne. (12.00)