Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye 2021-02-10 09:06:04   STENBOL - Hunermendên ku grevên birçîbûnê wekî "têkoşîna rûmeta mirovahiyê" pênase kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li grevê derkevin.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 76'an de didomin. Hunermendan bal kişand ser çalakiyên girtiyan û xwestin her kes xwedî li grevê derkeve.    TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ    Hunermend Pinar Aydinlar, anî ziman ku li girtîgehan gelek maf tên binpêkirin û tecrîda li ser tecrîdê heye. Aydinlar got: "Ev polîtîkaya dîlgirtinê ye." Aydinlar, destnîşan kir ku tenê ne li girtîgehan li derve jî tecrîd heye. Aydinlar got: "Abdullah Ocalan, rêberê gelê kurd e. Di şexsê Ocalan de tevahiya mirovahiyê tê tecrîdkirin. Ez van tiştan yekî jê jî qebûl nakim. Rojek berî rojekê divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe."    BANGAWAZΠ   Hunermend Ferhat Tûnç jî grevên birçîbûnê wekî "têkoşîna rûmeta mirovahiyê" pênase kir û destnîşan kir ku girtî bi berxwedana greva birçîbûnê rola xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dilîzin. Tûnç, anî ziman ku ên li derve jî divê bibin dengê girtiyan û got: "Divê em bibin dengê wan. Daxwazên wan bilêv bikin. Divê em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin."    DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE    Hunermend Erdogan Emîr jî destnîşan kir ku bi şert û mercên giran ên tecrîdê re rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin û got: "Kî dibe bila bibe ji bo mafên wî divê rêzgirtinî hebe. Li welatên demokratîk hiqûq di ser her tiştî re ye. Jiyan pîroz e û divê bê parastin."