Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin 2021-02-10 09:07:37 STENBOL - Yek ji îmzevanê ku ji bo îstifakirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû îmze danîbû binî danezanê Ass. Prof. Dr. Laûrence Cox got: "Îqtidara Tirkiyeyê xwe bi xwe, xwe tune dike." Prof. Mîchael Neîll jî got: "Kîa kaha, kîa manawanûî! (Bi hêz û sebr bin)."  Çalakiyên xwendekaran ên ji bo îstifakirina rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bozgaîçiyê Melîh Bûlû didomin. Her wiha ji çar hawirdorên cîhanê jî gelek kes piştgiriya xwendekaran dikin. Li seranserê cîhanê 3 hezar û 317 ramyar, akademîsyen, mamoste û xwendekarên doktorayê jî di 4'ê Sibatê de danezanek parve kiribûn û di vê danezanê de tahdeya polîsan a li hemberî xwendekaran şermezar kiribûn, xwesrîbûna zanîngehê parastibûn û xwestibûn Melîh Bûlû îstifa bike.    Ji van îmzevanan akademîsyenê Zanîngeha Maynooth University (Zanîngeha Neteweyî ya Îrlandayê) Ass. Prof. Dr. Laûrence Cox û akademîsyenê Zanîngeha Zelandaya Nû Prof. Mîchael Neîll ji ajansa me re axifîn.    Cox, anî ziman ku berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li seranserê cîhanê deng vedaye û ev berxwedana xwendekaran a ji bo mafên xwe yên akademîk cihê şanaziyê ye. Cox, bilêv kir ku binçavkirin û girtina xwendekaran nayê qebûlkirin.    Cox, destnîşan kir ku tişta hatiye kirin di heman demê de nehesibandina hiqûqa mafên mirovan û azadiya akademiyê ya navneteweyî ye jî. Cox, diyar kir ku divê zanîngeh nebin amûra siyasetmedaran û bi rêvebiriyên xweser tevbigerin. Cox, anî ziman ku piştgiriya berxwedana xwendekaran dike û xwest parêzvanên mafên mirovan xwedî li vê berxwedanê derkevin.    ‘AKP, XWE BI XWE XWE TUNE DIKE'    Cox, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pergala akademîk qels bûye û got: "Îqtidara Tirkiyeyê, bi polîtîkayên tahdeyê û çewsîner xwe bi xwe, xwe tune dike. Daxwazên xwendekarên ku serî natewînin jî divê bên qebûlkirin û demildest divê rektorê ku bi destê îqtidarê hatiye tayinkirin îstifa bike."    Prof. Mîchael Neîll jî got: "Zanîngeha Bogazîçiyê, her tim bi min wekî keleha fikr û ramana ronî dihat. Lê belê bi salan e bi ferzkirinan her diçe vediguhere devereke otokratîk."    ‘BI HÊZ Û SEBR BIN'    Prof. Neîll di berdewamiya axaftina xwe de got: "Zanîngeha Bogazîçiyê bi min wekî keleha fikr û ramana ronîbûyî dihat. Berê rektor ji aliyê endamên zanîngehê ve dihat hilbijartin. Lê belê niha em dibînin rektor tê tayinkirin. Li Tirkiyeyê her diçe zanîngeh vedigherin deverên otokratîk. Ji dil û can xwendekaran silav dikim. Piştgiriya berxwedêran dikim û ez bi wan re me."    Neîll, herî dawî bi zimanê xwe yê zikmakî Maoriyî got: “Kîa kaha, kîa manawanûî! (Bi hêz û sebr bin)."    MA / Berna Kişîn