Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn 2021-02-10 09:10:28 RIHA - Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, got: "Digotin em ê biqedînin, nehêlin. Lê her çû fikirê Serok dorfireh bûn û li seranserê cîhanê belav bûn. Serok, pira di navbera gelan de ye. Rûxandina vê pirê, dê bi kêrî gelan neyê."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destên hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan bi boneya salvegera komploya navdewletî ji ajansa me re axifîn.    Mehmet Ocalan, komploya navdewletî wekî "rûreşiyê" bi nav kir û Fatma Ocalan jî xwest birayê wê bê berdan.   Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ji ber ku tevgera kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke çareseriyê ye, hêzên navdewletî nerihet dibin û ev dewlet xwestine tevgera kurd ji holê rakin û ji bo vê di sala 1998'an de gava ewil a komployê avêtine. Ocalan got: "Komployeke dorfireh bû. Serok jî mecbûr ma di sala 1998'an de ji Sûriyeyê derkeve. Kesên ku serok dawetî welatên xwe kirin, pişta xwe danê. Li seranserê cîhanê ji bo her kesî cih hebû, lê tenê ji bo serok tune bû. Derî hemû hatibûn girtin. Çima ji bo Serok cih tune bû? Çikû li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke mezin bû. Nedixwestin fikirên wî li Rojhilata Navîn belav bibin."    FIKIRÊN WÎ Û ROJHILATA NAVÎN    Ocalan, diyar kir ku bi komployê re rêyeke li ber Rêberê PKK'ê jî çûyîna çiyayên Kurdistana Federe bû, lê belê heger biçûne dê ew çiya bi çekên kîmyewî bihatana şewitandin. Ocalan got: "Serok, hesabê van tiştan kiribû. Herî dawî li Kenyayê radestî Tirkiyeyê kirin. Ev ji bo dewletên cîhanê û Rojhilata Navîn rûreşiyek bû. Heya ku Serok hebû dewletên komploger nedigahştin mexseda xwe. Çikû fikirên Serok, pêşî li ber berjewendiyên wan digirt û ji bo Rojhilata Navîn jî çareserî bû."    JI RADYOYÊ PÊ HESIYAYE    Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji radyoyê pê hesiyaye ku birayê wî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û behsa wan rojan kir: "Rojeke reş bû. Nizanim ez ê çawa behs bikim. Radestkirina wî ya Tirkiyeyê ji bo her kesî tiştekî pir giran bû. Gelê kurd, ev yek qebûl nekir. Li her derî çalakî li dar xistin. Li Ewropayê, li Tirkiyeyê, li her derî qad bûn qadên çalakiyan. Ji gundan heta bi bajaran her kes rabû ser pêya. Kurd, li her derî rabûn ser pêya. Çikû nedihat qebûlkirin. Bi komployê dixwestin di şexsê serok de, gelê kurd tune bikin."    Mehmet Ocalan, anî ziman ku ev yek bandoreke mezin li malbata wan kiriye û piştî vê dy caran hatine sirgûnkirin. Ocalan got: "Belê, ez gundiyek bûm. Lê min tu carî tawiz ji jiyana xwe neda. Çi ji destê min hat, min kir."    KURDÊN TEVKAR Û RÛREŞÎ    Mehmet Ocalan, bilêv kir ku kesên ku Ocalan radestî Tirkiyeyê kirine hîn jî ji bo berjenwendiyên xwe li Rojhilata Navîn in û ji bo tunekirina tevgera kurd bal kişand ser rola kurdên tevkar ên tiliya wan jî di nav komployê de hebûye. Ocalan got: "Wê demê krudên tevkarî dikirin jî di nav komployê de cih girtin, niha jî ew kes hene. Komplo hîn jî didome. Dibe niha bi awayekî jiyana xwe didomînin, lê wê gelê kurd wan qebûl neke. Kesên ku ji bo tunekirina kurdan sîxurtiyê dikin, dê di nav dîroka kurdan de wekî lekeyeke reş cih bigirin. Herî zêde ez çûme zindanê û min serdana Serok kiriye. Ji hevdîtina ewil heya ya dawî. Projeyên Serok ên derbarê Rojhilata Navîn de amade ne. Lê dewlet firsendê nade."    PIRA DI NAVBERA GELAN DE    Ocalan, anî ziman ku piştî sûîqastên beriya komployê hatye xwestin ku bi komploya navdewletî fikirên Rêberê PKK'ê bên tunekirin û ev hewldan hîn jî didomin. Mehmet Ocalan, bilêv kir ku Abdullah Ocalan di hcureyeke yekkesî de projeyên mezin hilberandine û bi van projeyên xwe û fikirên xwe dikare cîhanê biguherîne. Ocalan got: "Lê nikaribûn fikirên serok heps bikin. Fikirên Serok, li seranserê cîhanê û li Rojhilata Navîn tên nîqaşkirin. Fikirên Serok tenê ne ji bo hebûna gelekî ne, ji bo hebûna hemû gelan e. Hemû gel xwe di nav fikirên Serok de dibînin. Gotin 'em ê biqedînin, nehêlin.' Lê bereksê wê her çû fikirên Serok dorfirehtir bûn û li seranserê cîhanê belav bûn. Serok, pira di navbera gelan de ye. Rûxandin vê pirdê dê bi kêrî gelan neyê. Lewma divê Serok ne di nav çar dîwaran de be. Kesên ku dibêjin ez demokrat im, ez rewşenbîr im û ez mirov im, divê vî tiştî qebûl nekin."    'AZADÎ JI BO OCALN'    Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ji bo vê yekê divê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a KOnseya Ewropayê û mekanîzmayên hiqûq û siyasetê û parazvanên mafên mirovan jî li dijî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe bilind bikin.    Ocalan got: "Em malbata wî, 10 meh in nizanin ka sax e yan mirî ye. Haya me jê tune ye. Herî dawî me bi telefonê bi hev re xeber da. Ji wê çaxê ve me tu xeber jê negirtiye. Belê, dewlet dikare mirovekî heps bike lê mafên qanûnî yên wî mirovî jî hene. Cîhan jî bi vê dizane, lê çima çareyekê peyda nakin? Ma qey cîhan ev qasî qirêjî bûye? Ji bo her kesî her tişt heye, lê ji bo Serok qanûn tune ne. Behsa qanûnên nû dikin. Hela pêşî qanûnên xwe yên heyî pêk bînin. Hûn reforma hiqûqê bi çi awayî pêk bînin? Mafên me yên hiqûqî pêk bînin. Çima ji bo her kesî hene, lê ji bo me tune ne? Niha 4 kesên li Îmraliyê ne haya wan ji malbatên wan heye ne jî haya malbatên wan ji wan heye. Ev nayê qebûlkirin. Çima qanûnên Tirkiyeyê ji bo me jî pêk nayên? Tecrîd, ne çare ye. Rojek berî rojekê divê deriyên Girtîgeha Îmraliyê bên vekirin û Serok azad bibe."    Mehmet Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî û destnîşan kir ku ev çalakî ji bo wan hêja û biqîmet e û got: "Rêz û hurmeta me ji bo kesên di greva birçîbûnê de heye. Ev mirov, tişta dikeve ser milê wan dikin. Lê banga me ji bo yên derve ye. Ên di zindanê de çend car e dikevin greva birçîbûnê. Serok ji min re digot, 'Jixwe yên di zindanê de di nav çar dîwaran de ne. Barê wan giraan e. Çima hûn vî barî hilnagirin?' Banga me ji bo her kesî ye; divê em çalakiyên xwe yên demokratîk dorfirehtir bikin."    FATMA OCALAN: MIN PIR BÎRIYA WÎ KIRIYE    Fatma Ocalan jî dixwaze birayê wê bê berdan.    Ocalan, anî ziman ku 6 sal in birayê xwe nedîtiye û got: "Sax e, mirî ye, em nizanin." Fatma Ocalan, diyar kir ku di hevdîtina ewil de Rêberê PKK'ê Ocalan jê re gotiye, 'aliyê hev kirin û min teslîm kirin.' Fatma Ocalan got: "Gava hat girtin tahdeyeke mezin lê kirin. Carekê wexta em çûn girtîgehê, parêzerekî biyanî bi me re hatbû. Parêzer ji min re got, 'Mirov, nacax dikare 2 salan di vê girtîgehê de bimîne. Kes nikare di vê tecrîdê de bijî.' Lê birayê min 22 sal in girtiye. Niha 70 salî ye. Êdî divê bê berdan."    Fatma Ocalan, bilêv kir ku pir bîriya birayê xwe kiriye û dixwaze wî bibîne. Ocalan, diyar kir ku berê mehê du caran diçûn û got: "Lê niha hema bibêje 5 sal qediyane, me hev nedîtiye. Wexta ez diçûm, tiştên li drve diqewimîn hemûyan dipirsî. Yanî me karibû xeberên derve jê re bibe. Lê niha ew jî tune. Niha ne telefon, ne hevdîtin heye, ne malbat ne jî parêer dikarin biçin."    MA / Bariş Polat