5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye 2021-02-10 09:49:43   NAVENDA NÛÇEYAN – 5 Welatên Yekitiya Ewropayê, ragihandin ku Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê, di amadekirina pêşnûmeya reformê ya Destûra Bingehîn de bi ser neketiye.    Welatên Yekitiye Ewropayê (YE) Fransa, Estonya, Îrlanda, Almanya û Belçîka, derbarê hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dihatin lidarxistin de daxuyaniyeke hevpar dan. Welatan, diyar kir ku heta niha 5 tûrên hevdîtinan pêk hatine û komîte di amadekirina pêşnûmeya reformê ya Destûra Bingehîn de bi ser neketiye û komîte nikare berdewam bike.    REJÎMÊ SÛCDAR KIRIN   Di daxuyaniya xwe de welatan bêyî ku qala rola “muxalefetê” bikin bal kişandin ser rola neyînî ya rejîmê ya di hevdîtinan de û ev tişt gotin: “Rejîma Sûriyeyê astengkirina xwe ya pêvajoyê didomîne û bi awayekî çêker nêzî pêşniyarên muxalîf û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê nebûye. Di encamê de hê jî pêşnûmeyeke reforma Destûra Bingehîn tuneye. Ji bo hevdîtineke din jî dîrokeke ku hatiye plankirin li holê tuneye. Wiha nikare bidome.”   NÛNERÊ TAYBET JÎ HEMAN PEYAMÎ DABÛ   Beriya niha Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen jî ragihandibû ku bêyî “dîplomasiya çêker a navneteweyî” nê pêkane ku hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn pêk were û xwestibû rêbaza xebatê ya komîteyê bê guherandin.