Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne 2021-02-10 10:17:10     SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêl Ramazan Sarsılmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul yên ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm danîn şûna wan 8 meh in di hefsa malê de tên ragirtin.    Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 15’ê Gulana 2020’an de Hevşaredarên Sêrtê Berîvan Helen Işik û Peyman Dara Turhan, Hevşaredarên Navçeya Hawêl Ramazan Sarsılmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarên Navçeya Misircê Baran Akgul û Esmer Baran yên HDP’yî ji wezîfeyê girt û qeyûm danî şûna wan. Bi vê biryara ji wezîfeyê dûrxistinê bi îdiayên “propaganda rêxistinê kirine”, “endamên rêxistinê ne” û “dewlet û saziyên dewletê biçûk xistine” hatibûn binçavkirin.    HEFSA MALÊ    Hevşaredar û xebatkarên Şaredariya Eşref Tekîn û Gulçîn Konnaş û Resûl Kaçar ê ji bo hevşaredariyê hat bijartin û ji ber îxrackiribû nehat bijartin yên hatibûn binçavkirin di 19’ê gulanê de derxistin dozgeriya Sêrtê. Tûrhan, Baran, Tekîn, Konnaş û Kaçar bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Işik, Gulmez, Sarsilmaz û Akgul jî bi biryara “hefsa malê” hatibûn berdan.    8 MEH IN ÎDIANAME NEHATIYE AMADEKIRIN    Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê 8 meh in lêpirsîna derbarê hevşaredaran û xebatkaran de bi dawî nekiriye û Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêl Ramazan Sarsılmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul 8 meh in di hefsa malê de tên ragirtin.    DAXWAZA PARÊZERAN TÊ REDKIRIN    Parêzerên hevşaredaran her meh serî li dadgehê didin ku biryara hefsa malê were rakirin lê ev daxwaza parêzeran tê redkirin.    ROJÊ DU CARAN KARMEND DIÇIN MALA WAN    Hevşaredara Hawêl Ozden Gulmez diyar kir ku îradeya gel ji aliyê qeyûman ve hatiye desteserkirin û yên îradeya gel destesr kirine 8 meh in hevşaredaran di hefsa malê de radigirin. Gulmez anî ziman ku serê sibehê û êvarê karmend du caran diçin mala wê û îmze dide wan û bi vê yekê re ew û malbata xwe tev bêzar bûne.    ‘SÛCEK HEBÛYA WÊ ZÛVE ÎDIANAME AMADE BIKIRINA’    Gulmez da zanîn ku yên derbarê wan de biryara hefsa malê dane hêj îdianameyê amade nekirine û got: “Îdianameya bi tu awayî nehat amadekirin, hatiye asta polîtîkaya acizkirinê. Em êdî bi awayek fermî dibînin ku darizandin bi fermanan tê kirin. Em bi dengê gel hatin û me ji bo xelkê xwe xizmet kir. Sûcek jî li holê nebû ku me ji wezîfeyê girtin. Heke sûcek hebûya wê zûve îdianame amade bikirina.”    RÊJEYA DENG GIRTINA HDP’Ê    HDP di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de li Sêrtê ji sedî 48,36, li navçeya Hawêl ji sedî 27,74, li navçeya Misircê ji sedî 50,08 bi ser ketibû.