Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket 2021-02-10 11:27:08   STENBOL – Tenzîle Acar a nexweşîna Hepatît B pê re heye û li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin nexweşîna jana zinar jî lê peyda bû. Rasmiye Acar a bo keça xwe got: “Keça min bi mirinê re rûbirû ye, wê berdin.”    Tenzîle Acar (23) di sala 2017’an de li Stenbolê hatiye girtin. Li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan tê ragirtin. Li girtîgehê nexweşîna zerik (Hepatît B) pê re peyda bûbû. Acar di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan de cih digire. Xwîn ji qirika Acar hat û wê rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê diyar bû ku Acar bi nexweşîna jana zirav jî ketiye.    NEXWEŞÎNA JANA ZIRAV JÎ LÊ PEYDA BÛ   Tenzîle Acar bi telefonê li dayika xwe Rasmiye Acar geriya û jê re ragihand ku ew bi nexweşîna jana zirav ketiye. Acar ji dayika xwe re ragihand ku ew bi gumana xwîn ji qirika wê hatiye du caran rakirine nexweşxaneyê û di encama kontrolê de eşkere bûye ku nexweşîna jana zirav lê peyda bûye.    ‘ÊDÎ QÎRÎNA ME BIBIHÎZIN’    Rasmiye Acar destnîşan kir ku piştî keça wê rakirine nexweşxaneyê di hucreya yek kesî de hatiye bicihkirin û got: “Keça min li ber mirinê ye. Ez bang li rayedaran dikim, bila keça min serbest berdin. Her kesê xwedî wîjdan divê ji bo keça min tiştekî bikin. Divê êdî rayedar qîrîna êşa me dayikan bibihîzin.”