Zema nan amedî bi hêrs kirin 2021-02-10 12:11:55   AMED - Li Amedê nanê pîde yê 400 gram ku bi 2 lîre û nîvan dihat firotin, derket 500 gramî û bihayê wî jî bû 3 lîre û nîv. Amediyan bertek nîşanî vê zemê da û gotin: “Mirovên me yên xizan zikê xwe bi nan têr dikirin lê êdî nikarin nan jî bibînin.”   Li Amedê bihayê nanê pîde zem kirin. Nanê pîde yê 400 gram ku bi 2 lîre û nîvan dihat firotin, 100 gramî lê zêde kirin û derxistin 500 gramî. Bi vê zêdekirina gramê re bihayê nan jî zêde kirin û derxistin 3 lîre û nîvan. Esnafên firinan ku ji vê zemê kêfxweş in, diyar kirin ku demeke dirêj e li Amedê zem li nan nehatiye kirin û gotin ku piştî zema li ar û hevîrtirş hatiye kirin, nan zem bûye. Her wiha dibêjin ku rêjeya zemê kêm e. Lê berovajiyê esnafên firanan  welatî li dijî zema li nan bibertek in û dibêjin ku li şûna xwarina bingehîn erzan bikin zem dikin.   ‘MIROV DI REWŞEKE PERÎŞAN DE NE’   Mûrat Yildirim (24), diyar kir ku ji ber pandemiyê bêkar maye, karekî nû nedîtiye û wiha got: “Mirov di rewşeke perîşan de ne. Mirovên ku rewşa wan a aboriyê nebaş perê wan nînin. Ev mirov nikarin pere bidin nan. Kesekî ku bi destmiza asgarî bixebite û di kireyê de rûne nikare nan bikere. Nan beriya niha 1 lîre bû pişt re bû 2 lîra û nîv, niha jî derxistin 3 lîre û nîvan. Em van zaman qebûl nakin. Nan bi bihayê berê bê firotin wê baştir be.”   ‘KESÊN KU ZIKÊ XWE BI NAN TÊR DIKIN WÊ ÊDÎ NAN JÎ NEBÎNIN’   Şehmûs Şiray (75) ku mamosteyê teqawîd e jî anî ziman ku gotinên xweşguzariyê yên desthilatê ne rast in û wiha axivî: “Di demekî ku bêkarî evqas zêde dibe de nan jî zem kirin. Nan bûye 3 lîre û nîv. Weleh mirovên ku zarokên wan hebin nikarin bi vî pereyî nan bikirin. Mirovên me xwarin hebe jî nebe jî nan dikirin. Mirovên me yên xizan ku zikê xwe bi nan têr dikin wê êdî nan jî nebînin.”   ‘BERÊ 3 NIHA 2 NANAN DIKIRIN’   Vahîbe Avran (58) jî destnîşan kir ku bi hezar û 300 lîre mûçeyê teqawîdiyê debara xwe dike û wiha got: “Nan bûye 3 lîre û nîv. Mala ku em lê rûdinin kirê ye û em 3 kes lê dijîn. Em ê bi vî pereyî çawa debara xwe bikin?” Avran, anî ziman ku heta ev hikumet desthilat be wê jiyana wan wisa berdewam bike û ev tişt anîn ziman: “Em hatine rewşeke wisa ku nikarin xwarin jî bixwin. Her tişt gelek biha bûye. Berê me sê nan dikirî lê niha em du nanan dikirin. Xwarina ku berê me du kîlo digirt niha dikarin kîloyeke wê bigirin. Ew bi xwe li qesrê dijî, me jî bin pê dike. Xwedê heqê me li cem wî nehêle îşelah. Mesele nan tenê nîne. Tu nan bikirî divê tu bi nan re xwarineke din jî bikirî."   ‘QET NEBE BILA MIROV NAN BIXWIN’   Xwendekarê zanîngehê Mûrat Solmaz (20) jî da zanîn ku bi zemêre êdî mirov ketine rewşeke ku nikarin nan jî bixwin û ev tişt gotin: “Divê nan ewqas biha nebe. Ji xwe dolmîş bûne 2 lîre û nîv. Êdî em nikarin li dolmîşan jî siwar bin. Bawer im me ji olîmpiyatan re amade dikin! Nan pêwistiya herkesî ye. Ji ber vê yekê divê bihayê nan daxînin. Bila mirov birçî nebin, qet nebe bila nan bixwin.”