Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît 2021-02-10 12:52:27   ENQERE - Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîncî, diyar kir ku di darizandinên Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de edalet nedîtine û wiha got: “64 meh in em bi hêrs in.”   Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der), qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê bi bîr anî. Di bîranînê de pankarta ku wêneyên qurbaniyên komkujiyê li ser bû, hat vekirin.  Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîncî, di bîranînê de axivî û diyar kir ku eywanên dadgehê ku bi dirûşma edaletê diçinê hêj li ser navê edaletê tiştek nedîtine.   ‘EM BI HÊRS IN’   Sakîncî, bi bîr xist ku meha 64’emîn a komkujiyê ye û wiha axivî: “Me girîngiya têkoşînê nîşanî herkesî da. Em 64 meh in bi hêrs in. Dîroka vî welatî bi komkujiyan têjî ye. Em mirovên ku li dijî komkujiya ne. Tiştek bi me nehatibûya, me canên xwe windanekiribûna jî em ê bûna perçeyekî kesên li dijî komkujiyan têdikoşin.”   ‘DANIŞÎN WÊ 10’Ê ADARÊ BÊ DÎTIN’   Sakîncî, da zanîn ku cara ewil e bersûcek “ji sûcê dijî mirovahiyê” tê darizandin û wiha axivî: “36 kesên di dozê de tên darizandin 19’an ji îstînafê ceza girtin. Darizandinâ bersûcên din ên fîrarî jî li kursiyên vala berdewam dike. Di vê çarçoveyê de bi salan e em dixwazin daraza gelek komkujiyan çêbibe. Di vê pêvajoyê de şandeya dadgehê hat guhertin. Bi şandeya hatiye guhertin re danişîna doza me ya ewil wê 10’ê adarê bê dîtin, em li bendê ne ku hemû gelê me beşdar bibe.”