9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn 2021-02-10 13:26:45 AMED – Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê zîndanê li Hevseroka Rêxistina HDP’a Rezanê Arzû Karaman birî.  Danişîna biryarê ya doza Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rezana Amedê ya berê Arzû Kahraman ku bi îdiaya “endama rêxistinê ye” dihat darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin. Karaman beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Fadil Yildiz di danişînê de amade bû.    Dozger biryara xwe ya di danişîna beriya viya de eşkere kiribû dubare kir û xwest Karaman were cezakirin.    Parêzer Fadil Yildiz li dijî biryara dozger parastina miwekîla xwe kir û diyar kir ku ew biryara cezakirinê ne rast dibînin û îdianame ji “bibire, kopî bike û bizeliqîne” pêk tê. Yildiz anî ziman ku miwekîla wî di çarçoveya xebatên partiya xwe yên siyasî de xebat birêve biriye û xwest miwekîla wî were beraetkirin.    Piştî navberek kurt şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê zîndankirinê li Arzû Karaman birî û biryara berdewamkirina şertê kontrola edlî jî da.