Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome 2021-02-10 13:34:48   STENBOL – Kadroya akademîk a Zanîngeha Bogazîçiyê çalakiya nobetê ya li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû da destpêkirin di roja 38’emîn de didome û akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê.    Berxwedana xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’yî di roja 38’emîn de berdewam dike. Akademîsyenên zanîngehê ku piştevaniya xwendekaran dikin carek din pişta xwe dan avahiya rektoriyê ya Melîh Bûlû lê dimîne. Akademîsyen li meydana kampûsa Başûr li hev kom bûn û pişta xwe dan avahiya rektoriyê û tayînkirina qeyûm protesto kirin.