5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin 2021-02-10 13:54:42   STENBOL - Bi hinceta ku ji bo xwendekarên ji ber dijberiya xwe ya qeyûmê rektor Melîh Bûlû yê Zanîngeha Bogazîçiyê hatibûn girtin çalakî li dar xistine û li ser diwaran nivîs nivîsandine 5 xwendekar hatin binçavkirin.    Çalakiyên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î ku ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin tên lidarxistin, didomin. Di saetên serê sibehê de bi hinceta ku ji bo xwendekarên ji ber dijberiya xwe ya qeyûmê rektor Melîh Bûlû hatibûn girtin çalakî li dar xistine û li ser diwaran nivîs nivîsandine 5 xwendekar hatin binçavkirin.    Bi van nivîsan “Ji zanîngeh, welat û Şîlanê re azadî”, “Soza me ya ji bo wan azadî ye” û “Zanîngeh welat e” piştevaniya xwendekarên hatibûn girtin kiribûn.