Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir 2021-02-10 15:29:32   AMED - Danişîna ewil a doza derbarê Endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind a TTB’ê Dr. Şeyhmûs Gokalp ku di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de girtî tê darizandin dest pê kir.    Derbarê Endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind a Odeya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmûs Gokalp de ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtî ye bi hêceta “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza derbarê Gokalp de hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê dest pê kir. Di danişînê de Gokalp û parêzerên wî Ziynet Ozçelîk, Bariş Yavûz, Kerem Altiparmak amade bûn.   18 KES GIRTIN EYWANÊ   Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û endamên TTB’ê, Serokê Konseya Navendî yê serdema beriya niha Sînan Adiyaman, Hevberdevkê berê yê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Edîtorê Kovara Hekîman Onûr Hamzaoglû, Serokê duyemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey û Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî di nav de 18 kes beşdarî danişînê bûn.   PARLEMENTER NEGIRTIN EYWANÊ   Serokên Odeyên Tabîban ên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mûgla, Eskîşehîr, Wan, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Riha û Mersînê yên ji bo piştenaviya Gokalp hatin û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên Amedê li korîdorê sekinîn. Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel negirtin eywanê. Hat dîtin ku polîsan li ber deriyê eywanê û korîdorê bergirîyeke zêde girtine. Şandeya Dadgehê, tevlîbûna zêde hêcet nîşan da û hin rojnamevan girtin hundir. Piştî ku hûrguliyên îdianameyê hatin xwendin, derbasî parastinan bûn.    Danişîn bi parastina Gokalp û parêzerên wî didome.