Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê 2021-02-10 15:50:53   STENBOL - Hîndekarên Zanîngeha Galatasarayê ku bi daxuyaniyekê piştevaniya hîndekar û xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kirin dan zanîn ku wê zanîngeh serî netewînin.   Hîndekarên Zanîngeha Galatasarayê bi daxuyaniyeke nivîskî piştevaniya hîndekar û xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î derdikevin, kirin. Hîndekaran di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dubare dikin. Ev tayînkirin ne meşrû ye. Zanîngeh zanîstê di hilberînin û saziyên  xizmetê yên cemaweriyê ne.”   ZANÎNGEH SERÎ NATEWÎNE   Hîndekaran, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku li dijî tayînkirina rektor li pişt xwendekar û hîndekaran in û li cem berxwedana wan a mafdar in. Hîndekaran di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Daxwazên hîndekar û xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne jî. Dive demildest hûn vê tayînkirina ne di cih de paşve bikşînin û mudaxaleya polîsan a li ser xwendekarên ku mafê yên qanûnî bikartînin rakin, xwendekarên di hefsa malê, binçavan û girtîgehê de demildest berdin. Em ê dest ji parastina zanîngehên xwe bernedin.”