Dr. Gokalp hat berdan 2021-02-10 16:09:39 AMED – Dr. Şeyhmûs Gokalp ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de girtî dihat darizandin di danişîna ewil de hat tehliyekirin.  Derbarê Endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind a Odeya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmûs Gokalp de ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtî ye bi hêceta “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza derbarê Gokalp de hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Gokalp û parêzerên wî Ziynet Ozçelîk, Bariş Yavûz, Kerem Altiparmak amade bûn.   Piştî parastina Gokalp û parêzerên wî şandeya dadgehê derbarê Gokalp de biryara berdanê da.