Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd 2021-02-10 16:53:26 ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, li navçeya Cizîrê bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û wiha got: “Em gihîştine asta azadkirinê. Pêşiya me bihare û em bawer dikin ku ev sedsal wê bibe sedsala gelê kurd.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Keskîn Bayindir, di kongreya MEBYA-DER'ê ya li avahiyê HDP’ê ya Cizîrê, de li ser geşedanên dawî axivî. Di kongreye de destpêkê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axivî. Kaçmaz, diyar kir ku bi salan e li dijî malbatên kurd polîtîkayên taybet tên meşandin û wiha got: “Mixabin tu devera cîhanê bê şer û pêvçûn pêvajo derbas nekirîne. Lê li tu derê weke cenazeyê dayika Taybet cenaze 7 rojan li kolanan nemane. Her wiha li tu devera cîhanê jêrzemînên mîna Cizîrê nehatine dîtin. Ev êrîşên li dijî gelê kurd bi zanebûn û bi bîrdozî pêk hatin. Bi van polîtîkayan armanc kirin ku gel bê hêz û bawerî bihêlin. Ji ber vê yekê jî çi zilm ji destê wan hatibe kirine. Lê bi saya têkoşîna malbat û cangoriyên me, em heta îro hatine. Kesên ku digotin em ê vî gelî bêdeng bibin ew bi xwe têk diçin. Tişta girîng ew e ku em li malbat û nirxên xwe xwedî derbikevin."    'VÎN Û BAWERIYA ME QELS BÛYE'    Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş jî axivî û bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tişta ku li gorî deme dikeve ser milê me, me pêk nanî. Heke me bikira niha em di asteke din de bûn. Ji gelê kurd deh milyon kesî got, rêberê min e, vîna min e. Lê ev 22 sal in jiyaneke dojehî dora birêz Ocalan pêçandine. Lê me ji bîr kir. Em ji bo wî ne li ser lingan in. Çima? Me vîn û baweriya xwe qels hiştiye. Fîlozofek dibêje heke hûn mala xwe winda bikin, ne tenê mala xwe hûn ê her tiştekê xwe winda dikin. Ev çend car in li zîndanan de hevalên me laşê xwe didin ber birçîbûnê. Ev ji ber çi diqewime ji ber ku em rola xwe ya dîrokî pêk naynin. Rêxistin werektî û fedakarî ye. Divê di her şert û mercan de em xwe bi rêxistin bikin."   'EV SEDSAL DÊ BIBE SEDSALA GELÊ KURD'    Herî dawî Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî axivî û bal kişand ser yekitî û tiafaqa nav kurdan. Bayindir, li ser azadiya gelê Kurd rawestiya û got: “Azadbûna gelê kurd li çar perçeyên Kurdistanê gihiştiye wê astê ku em azadbûna xwe û statûbûna xwe bi dest bixin. Êdî em gihiştine asta herî serkeftî. Ji bo avakirina azadiyeke wekhev, divê em rêxistinbûna xwe binirxînin û berfireh bikin. Em gihiştine merheleyeke krîtîk. Niha hemû cîhan li ser erdnîgariya kurd û Kurdistanê polîtîkayên xwe didin meşandin. Lê beyî gelê kurd nikarin tu gavekî paşve biavêjin. Lê hîn zêdetir pêdivî bi rêxistinbûnê heye. 40 milyon kurd dixwazin ku yêkitiya Kurdistanê ava bikin. Li ser vê yêktiyê dixwazin deskeftî û daxwazên xwe pêk bînin û statuya xwe azad bikin. Ji ber vê yekê jî em weke DBP'ê li çar perçeyên Kurdistanê li ser yêkitiya kurd, li dijî tecrîdê xebatên xwe dimeşînin. Em gihîştine asta azadkirinê. Pêşiya me bihare û em bawer dikin ku ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd.”