Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin 2021-02-10 17:35:58     ENQERE - Piştî ku Komeleya 10'ê Cotmehê ya ji aliyê malbatên qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê ve hatibû avakirin, hat girtin, Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin.   7’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Enqereyê, hefteya borî Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) girt. Li ser girtina 10 Ekîm-Der’ê Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîncî bi civîneke çapemeniyê ragihand ku  Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê damezrandine.